Li Êlihê 11 siyasetmedar û aktîvîstên jin hatin destgîrkirin

Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê qirkirina siyasî berdewam e, di wê çarçoveyê de di serdegirtina malan de 11 jin hatin destgîrkirin.

Li Êlihê 11 siyasetmedar û aktîvîstên jin hatin destgîrkirin
31 gulan, 2022   06:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li Êlihê de, danê sibehê polîsan bi ser hin malan de girt.  Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka HDP’a Êlihê ya Berê Fatma Ablay, Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî Gurbet Dogan, aktîvîstên TJA’yê Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnur Delî, Zeynep Odûncû û Rûken Zeryam Işik hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê.