Meclisa Civakî ya Ermenî êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Meclisa Civakî ya Ermenî ya li Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û da zanîn ku ew ê têkoşînî li dijî tevahî şêweyên êrişan berdewam bike.

Meclisa Civakî ya Ermenî êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
30 gulan, 2022   16:43
HESEKÊ

Meclisa Civakî ya Ermenî li taxa Kebabe ya Hesekê kom bûn ku êrişên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin.

Di kombûnê de hevserokê Meclisa Civakî ya Ermenî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em Meclisa Civakî ya Ermenî bi tundî êrişên ku dewleta Tirk û şantajên li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li eniyên şer nemaze jî li herêmên Zirgan û Til Temirê pêk tînin şermezar dikin.

Armanca ji van êrişan ew e ku dewleta Tirk sînorê xwe fireh bike, welatiyên me yên li herêmên Zirgan û Til Temirê koçber bike, mal û milkên wan desteser bike.

Mezinên me rastî azar û êrişên dewleta Osmanî hatin, welatiyê me kuştin, koçber kirin û komkujiyên hovane li dijî ermenan pêk anîn. Em bang li dewletên garantor dikin ku destwerdana lezgîn bike û van êrişên leşkerî rawestînin, her wiha bang li van dewletan dikin ku çav ji êriş û sûcên dewleta Tirk û komên wê re negirin.

Em êrişên li dijî gel û xaka me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û bang dikin ku li hember van êrişan bisekinin û parastina xaka xwe bikin.

Em ê heta dilopa dawî ya xwînê parastina ewlehî û îstîqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin."

(fr)

ANHA