Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Di 3 rojan de 6 gund hatin topbarankirin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya sûcên artêşa Tirk a dagirker di rojên dawîn de eşkere kir û diyar kir ku di 3 rojan de 6 gund bi dehan top hatine topbarankirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Di 3 rojan de 6 gund hatin topbarankirin
30 gulan, 2022   08:06
NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê bîlançoya 3 rojan a êrişên artêşa Tirk a dagirker eşkere kir û got: "Artêşa Tirk a dagirker gundên Hoşeriyê, Tûxar, Mihsenlî, Um Cilûd, Seyade û Yalinlî bi hawan û çekên girna û navîn topbaran kir.

Artêşa Tirk di 3 rojan de ji baregehên xwe yên nêzî gundên Tûxar, Hoşeriyê, Yaşilî û Şêx Nasir 41 top avêtine û bi van êrişan hewl dide ewlehî û îstiqrar û jiyana civakî têk bibe."

(eh)