​​​​​​​Salih Simo: Êrişên Tirkiyê bi armanca valakirina herêmê ji niştecihên wê ye

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê da zanîn ku êrişên li ser navçeyê, bi armanca valakirina navçeyê ji niştecihên wê yên resen e û vegerînin avahiyên mêtingeriyê. Lewma divê welatî dev ji xaka xwe bernedin û piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî.

​​​​​​​Salih Simo: Êrişên Tirkiyê bi armanca valakirina herêmê ji niştecihên wê ye
30 gulan, 2022   03:39
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê asta êrişên li dijî navçeyên Zirgan û Til Temir ên bakurê rojavayê kantona Hesekê ku nêzî eniyên şer ên bi artêşa Tirk û çeteyên wê ye, zêde kiriye.

Her du navçeyên navborî rojane bi hawin û tankan têne topbarankirin, ji ber vê yekê jî ziyanên madî digihêje mal û milkên welatiyan, binesaziyê û avahiyên giştî yên wekî tenduristiyê, perwerdê, enerjî û peywendî.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di rojên derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 320 topan Zirgan kir armanc.

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê Salih Simo têkildarî mijarê axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawî de bi awayekî bêserûber êrişî navenda navçeya Zirganê û gundên wê dike. Bi vê re armanc dike herêmê ji niştecihên wê vala bike û veguherîne avahiyên mêtingeriyê pê re jî guhartina demografiyê çêbike."

Simo îşaret bi zehmetiyên welatî ji ber topbarana herêmê di zeviyên xwe de dibînin, kir û got: "Mewsim nêzîk bûye û şêniyên herêmê ji ber êrişan nikarin biçin nav zeviyên xwe, li aliyekî din jî metirsiya ku agir bi zad bikeve heye."

Simo diyar kir ku sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û gefxwarinên vê dawiyê isbata binketina wê ya siyasî ye û wiha dewam kir: "Her wiha dixwaze krîzên xwe yên hundirîn derxe derve. Li aliyekî din jî dewleta Tirk zehmetiya têkçûna qada aborî dikişîne, hilbijartinên serokkomariyê nêzîk bûye û herî dawî jî Hêzên Parastina Gel (HPG) li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbeyên giran li dijî leşkerên artêşa Tirk didin."

Simo anî ziman ku şêniyên navçeyê dev ji xak û malên xwe bernadin û baştirîn bersivdayîna şêniyên Zirganê ji êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê re, ew e ku heta îro li malên xwe li ber xwe didin."

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê Salih Simo bang li şêniyên navçeya Zirganê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê piştgiriya hêzên Meclisa Leşkerî bikin û nekevin xefka gotegotan û şerê taybet ê ku dijminê herêmê û ragihandina bi ser Tirkiyê ve didin meşandin."

(eh)

ANHA