Cemal Şêx Baqî: PDK Başûr kiriye navenda MÎT`ê

Cemal Şêx Baqî anî ziman ku PDK Başûrê Kurdistanê ber bi karesateke mezin ve dibe û bang li partiyên kurdî kir ku li dijî şerê qirkirinê yê Tirkiyê yê li dijî kurdan bisekinin.

Cemal Şêx Baqî: PDK Başûr kiriye navenda MÎT`ê
29 gulan, 2022   08:01
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Bertekên li hemberî beşdarbûna PDK'ê di êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd de zêde dibin.

Têkildarî mijarê Sekretêrê Giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî ji ajansa me re axivî û got: "Êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û hewldana qirkirina wan ne tiştekî nû ye, lê belê ji beriya sedsalan ve dewam dike. Di salên dawî de dewleta Tirk bi armanca têkbirina destkeftiyên kurdan ên li her çar parçeyên Kurdistanê, asta êrişên xwe zêdetir kiriye."

Şêx Baqî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li gorî Mîsaqî Millî dagirkirina van herêman ji mafên xwe dibîne û her tim hewl dide gelên resen ên herêmê qir bike, ji ber dizane ku hebûna van niştecihan tê wateya tunekirina wê.

Sekreterê Giştî yê P.D.K.S'ê Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku Tirk di dîrokê de bi armanca têkbirina şoreşên kurdan ji şêxên eşîran û oldarên Kurd bi kar dianî, ev siyaset dewam dike ku niha PDK'ê ji bo pêkanîna planên xwe li herêmê bi kar tîne.

Cemal Şêx Baqî bi domdarî got: "Dewleta Tirk ferqê naxe navbera partiyên kurdî, her tim siyaseta parçe bik û bi rê ve bibe dimeşîne da ku gelê herêmê ji hev qut bike, piştre jî siyaseta kurdê baş û kurdê xirab pêk tîne."

Şêx Baqî anî ziman ku divê PDK`ê li dîroka siyaseta dewleta Tirk vegere, bi taybet nêzîkatiyên wê yên dema refrandumê li Başûr bîne bîr xwe.

'BAŞÛR BÛYE NAVENDA MÎT'Ê'

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, Cemal Şêx Baqî da zanîn ku piştî dewleta Tirk PDK`ê di aliyê siyasî û aborî de bi temamî xist bin kontrola xwe hişt ku Başûr ji MÎT`a Tirk re bibe meydan û baregehên leşkerî lê ava bike, da ku şerê Tevgera Rizgariya Kurdistanê bike û dengên azadîxwaz ên li wir jî qut bike, lewma MIT a wê kesayetên welatparêz ên li wir dike armanc.

Şêx Baqî diyar kir ku partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê planên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û hewldana qirkirina wan red dikin û wiha dewam kir: "Lê PDK`ê ku hikumeta Başûr bi rê ve dibe, herêmê ber bi kareseteke mezin ve dibe, lewma divê  hesabên xwe di ber çavan re derbas bike û li refa kurdan vegere, nexasim ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê xiyaneta wê red dike. Lê mixabin PDK'ê komployan li dijî kurdan didomîne."

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Tu kes nikare xwe û gelê Kurd bixapîne, divê PDK`ê û hin partiyên kurdî yên li Rojava ku hevkariyê bi wan re dike baş bizanin ku Tirkiyê dixwaze Mîsaqî Millî zindî bike û ji bo qirkirina gelê Kurd bi kar bîne."

(eh)

ANHA