Îran li ser gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em li dijî kirinên leşkerî ne

Têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirkeriyeke nû li dijî Bakur û Rojhiatê Sûriyê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xatîbzade ragihand ku Îran li dijî hemû kirinên leşkerî û bikaranîna hêzê li axa dewletên cîran e.

Îran li ser gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em li dijî kirinên leşkerî ne
29 gulan, 2022   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Zade bersiva pirsa der barê êrişa muhtemel a dewleta Tirk li dijî bakurê Sûriyê de wiha got: “Kirinên leşkerî yên li dijî axa dewletên din, binpêkirina yekitî û serdestiya wan dewletan e û dê rewşê aloztir bike.”

Xatîbzade wiha domand: “Rêya yekane ya çareseriyê, diyalog û pabendîbûna hevpeymanên dualî yên bi dewletên cîran re ye, her wiha lihevkirinên têkildarî Astanayê, bi taybetî rêzgirtina li yekitiya axa Sûriyê û serdestiya wê û pêkanîna rêgeza bikarneanîn hêzê. “

Her wiha Xatîbzade got: “Ji tecrubeyên salên borî îsbat bû ku bikaranîna hêzê li dijî dewletan, pirsgirêkê çareser nake, lê belê dê bandorên mirovî yên metirsîdar bi xwe re bîne û rewşa herêmê aloztir bike.”

(şx)