Têkildarî êrişên Tirkiyê parlamenterekî Iraqê banga hevdîtina bi Kazimî re kir

Endamê Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Musewî têkildarî êrişên dewleta Tirk banga hevdîtina Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî Mistefa Kazimî kir.

Têkildarî êrişên Tirkiyê parlamenterekî Iraqê banga hevdîtina bi Kazimî re kir
28 gulan, 2022   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Musewî di daxuyaniyekê de got: “Di nava çend rojên borî de lijneya me civînek bi lez bi mebesta ragirtina leşkerkêşiya Tirkiyeyê ya di nava kûrahiya xaka Iraqê de kir. Piştî civînê, ji bo dîtina mekanîzmeyek hevbeş a ji bo danûstandinên li gel dagirkeriya Tirkiyê, me daxwaza civînek bi lez a li gel serokwezîr, Wezîrê Parastinê û berpirsên ewlehiyê yên Iraqê kir."

Endamê Lijneya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Musewî diyar kir ku artêşa Tirk nêzî 50 kîlometre ketiye nava kûrahiya xaka Iraqê de û bi hîncetên cur bi cur gelek baregeh avakirine û got: “Ev jî dagirkerieyek eşkere ye û binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye."