Bafil Talebanî: Qîmeta lihevkirina PDK’ê ya li gel çend aliyên Bexdayê nîn e

Serokê giştî YNK’ê Bafil Talebanî di hevdîtina giştî ya YNK’ê de têkildarî lihevkirina PDK’ê ya li gel hin aliyên Iraqê got “Lihevkirina PDK’ê ya li gel çend aliyên Bexdayê, qîmeta xwe bi qasî kaxeza di destê min de nîn e.”

Bafil Talebanî: Qîmeta lihevkirina PDK’ê ya li gel çend aliyên Bexdayê nîn e
28 gulan, 2022   10:51
KURDISTAN

Li Silêmaniyê îro hevdîtina giştî ya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêk hat. Di roja yekem a hevdîtinê de, Bafil Talebanî wek serokê YNK’ê hate pênasekirin.

Serokê giştî yê YNK’ê Bafil Talebanî di hevdîtinê de axivî û got: “Em ê alîkariya hemû Kurdan bikin û li her çar parçeyên Kurdistanê em amade ne alîkariya birayên xwe bikin. Eger yek bin dikarin ji hemû welatan re bibêjin na û em dostên xwe bi cih nahêlin ku pêwîstiya wan bi me hebe, dibin alîkar. YNK pêveka tu hizb, aliyek û welatekê nîn e.”

Bafil Talebanî îşaret bi lihevkirina PDK’ê ya li gel hin aliyên Iraqê jî kir û got: “Lihevkirina PDK’ê ya li gel çend aliyên Bexdayê, qîmeta xwe bi qasî kaxeza di destê min de nîn e.”

Her wiha têkildarî petrol û gazê jî got: “Ji siyaseta petrola herêma Kurdistanê ne razî ne. Em ne li dijî şandina gazê ya ji bo Ewropayê ne. Lê divê dahata gazê ji bo sûda xelkê Kurdistanê be. Siyaseteke durist û şefaf hebe.”