​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-05-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-05-2022
27 gulan, 2022   23:00

-Bi sponseriya Dîwna Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên "Hefteya Wêje" li Qamişloyê bi diruşma "Wêje dengvedana azar û hêviyên civakê ye" dest pêk kirin. saet 15:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê civîna xwe li hola civînan a Meclisa Rêveber li navçeya Amûdê li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongra Star li Hesekê têkildarî sûca qetilkirina zaroka bi navê Weed El-Faris daxuyaniyekê dide. Saet 13:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

‎-Kampa Holê ji her demê xeternaktir bûye. Tundrawiya olî her ku diçe lê zêde dibe, xetereyê ji ‎bo kesên ne sempatîzan jî çêdike û gelek caran tên kuştin. (BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Hevgirtina pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta parastina yekemîn li dijî komployên hundir û derve yên bi armanca dagirkirina herêmê, guhartina demografîk û koçberkirina şêniyên resen e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cîgirê Serokatiya Meclisa Heleb a Partiya Sûriya Pêşerojê Bera Mehmûd got, projeya avakirina avahiyên mêtingehiyê û derxistina penaberên sûrî ji Tirkiyê û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî bi armanca guhartina demografî û îmhakirina nasnameya dîrokî ya herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûtiyê da zanîn ku êrişên artêşa Tirk a dagiker li ser Şengalê di encama binketina li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên û gotin, "Şengal dilê Kurdistanê ye û hêzên dijber dixwazin wê ji Kurdistanê qut bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Gotinên piştî şehîdan tên gotin, gelek caran nîvçe dimînin. Bîranîn li ber çavan zindî dibin, hest û raman tevlihev dibin û mirov nikare têra xwe vebêje. Lê belê, wexta ku gelek tişt hebin ku divê werin gotin, mirov nikarî peyvan peyda bike. Peyvên peyda dibin jî kêm in. Va ye çîroka Nûjiyan yek ji wan e. 

JIN

- Silava û Bêrîvan ji kesên destpêkê yên tevlî şoreşê bûn û çek hilgirtin, bi şehadeta wan bi hezaran jin tev li refên YPJ'ê  bûn. Şervanên YPJ'ê soz didin ku ew ê li ser şopa şehîd Silava û Bêrîvan û hemû şervanên bimeşin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

-Lêkolîner û dîroknasê Iraqî, Dr Cewad EL-Bêdanî, diyar kir ku Erdogan hewl dide "Osmaniya nû" pêk bîne û bi rêya partî û hevkarên xwe destdirêjî li herêmê bike. Her wiha daxwaz ji gelê Kurd û Ereb li dijî siyasetên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin.

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Awarte ya li Dêrikê bi armanca parastina mewsima îsal tedbîr girtin, ji wan Hêzên Parastina Civakî li ketin û derketinên gundan hatin bicihkirin û erebeyên agirkujiyê jî li gelek nuqteyên herêmê hatin belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Dêrazorê li Dêrazorê yekemîn dibistana ajokariyê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA