​​​​​​​Şêxê eşîra Wilde: Bi fikirê rêber Ocalan em ê planên dagirkeriyê têk bibin

Şêxê eşîra Wilde, Hamid El-Ferec li ser projeya bicihkirina penaberên sûrî li bakurê Sûriyê hişyar da û got, ev planeke Osmanî ye ku hemû pêkhateyên herêmê dike armanc. Şêx Hamid El-Ferec anî ziman ku pêkhateyên herêmê wê bi fikrê rêber Ocalan û hevgirtina xwe van planan têk bibin.

​​​​​​​Şêxê eşîra Wilde: Bi fikirê rêber Ocalan em ê planên dagirkeriyê têk bibin
27 gulan, 2022   04:23
TEBQA

Dewleta Tirk a dagirker hefteya derbasbûyî dest bi pêkanîna plana bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî kir ku 3`yê Gulanê ragihandibû. Li hemberî vê plane civata navneteweyî û Komkara Erebî bê deng in.

Têkildarî mijarê şêxê eşîra Wilde, Hamid El-Ferec ji ajansê re axivî û diyar kir ku xeteriya li ser herêmê ne tenê li dijî kurdan e, lê belê hemû pêkhate û gelê herêmê dike armanc.

El-Ferec wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker a xwediya hişmendiya Osmanî bi hemû cureyên şer êrişî me dike, ji ber ku serkeftina projeya demokratîk ne li gorî siyaset û berjewendiyên wê ye û dixwaze xêr û bêra Bakur û Rojhilatê Sûriyê desteser bike."

Şêx Hamid El-Ferec diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker eşkere ye ku dixwaze bi rêya pêkanîna bendên Mîsaqî Millî împerastoya Osmanî zindî bike û got: "Lê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dê li dijî vî dijminê hov ku cudahiyê naxe navbera tu kesî bisekine."

Şêx El-Ferec bal kişand ser avakirina avahiyên mêtingeriyê li bakurê Sûriyê û got, armanca avakirina avahiyên mêtîngeriyê guhartina demografiya herêmê, derxistina fitneyan û jihevqutkirina gelê welatekî ye. Şêx El-Ferec bang li gelên herêmê kir ku ji xeteriyan hişyar bin.

Şêx El-Ferec anî ziman ku gelê wan nema bi plan û xefkên dijmin têne xapandin, isbata vê yekê jî ruxmî ambargo û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi aramî dijîn.

Şêxê eşîra Wilde bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got: "Berpirsyartî ji hikumeta Şamê jî tê xwestin, ji ber ku wê rê da ku sînorê wê were binpêkirin û xaka wê were dagirkirin."

El-Ferec wiha axaftina xwe dewam kir: "Em şêx û rûspiyên eşîran em ê destekê bidin hêz û gelê xwe û ji bo parastina xak û gelê xwe em ê tişta herî giranbuha bidin. Bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan em ê li dijî dijmin hevgirtina xwe xurttir bikin, dagirkeran ji xaka xwe biqewitînin, projeya Osmanî ya bi armanca mayîndekirina dagirkeriyê û jihevxistina civakê têk bibin."

Şêxê eşîra Wilde, Hamid El-Ferec di dawiya axaftina xwe de got: "Bi fikir û felsfeya rêber Ocalan em ê hevgirtina xwe xurt bikin û li hemberî her êrişên li dijî xak û yekitiya pêkhateyên me bisekinin."

(eh)

ANHA