‛Em ê li hemberî kesên dest biavêjin mîrasa şehîdên me bisekinin'

Malbatên şehîdên li gundewarên rojavayê Dêrazorê di şahiya ku Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li dar xistî de gotin, ''Em ê bi yekitiya xwe li hemberî kesên ku biavêje mîrasa şehîdên me bisekinin û wan têk bibin.'’

‛Em ê li hemberî kesên dest biavêjin mîrasa şehîdên me bisekinin'
‛Em ê li hemberî kesên dest biavêjin mîrasa şehîdên me bisekinin'
‛Em ê li hemberî kesên dest biavêjin mîrasa şehîdên me bisekinin'
‛Em ê li hemberî kesên dest biavêjin mîrasa şehîdên me bisekinin'
26 gulan, 2022   14:42
DÊRAZOR

Bi diruşma "Fedekariyên şehîdên me sembola berxwedan û fedekariyê ne", Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojêa li Dêrazorê di çarçoveya Hefteya Çaremîn a pêngava Pîroziya Şehîdan ku meclisê ji 3 mehan ve li dar xistiye de, şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Şahî li hola Meclisa Sivîl a bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê bi beşdariya gelek malbatên şehîdan û nûnerên jin hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Muna El-Hemadê bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Ji şehîdên xwe em hêz û berxwedaniyê digierin, ji wan fêrî ked û dayînê dibin."

Muna El-Hemadê bang hevgirtin û xwedîdeketina li nirxên şehîdan kir.

Di şahiyê de daxuyaniyek hate dayîn. Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Celal daxuyanî xwend û tê de hate gotin: "Em dayik, hevjîn û malbatên şehîdan ên Dêrazorê û bi rêya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi hemû pêkhate û mezhebên gelê Sûriyê li erdnîgariyekê kom dibin, şehîdên xwe ku meşaleyên şoreşa me bûn û sembola berxwedana me bûn bi bîr tînin.

Wekî hûn dizanîn di van rojên dawî de berxwedaneke lehengane tê meşandin û gelê Sûriyê li hember zehmetiyan li ber xwe didin, nîşaneya vê yekê îro li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê êrişên hovane û çekên kîmyewî bi kar tên. Ev jî ji bo dewleta Iraqê ku endameke NY’yê binpêkirineke eşkere ya serweriya wê ye. li kêlek wê jî dixwazin gel bitirsînin.

Dewleta Tirk welatiyên li seranserî sînorê ji Til Temir, Kobanê, Eyn Îsa, Minbic, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ve bigire bi top û balafirên bêmirov hedef digire.

Plana dewleta Tirk jî şikandina vîna gelên bawerî bi projeya demokratîk û biratiya xwe ya bi nûnertiya Rêveberiya Xweser kiriye. Her wiha hewl didin krîza Sûriyê dirêj bike, dabeşkirina çandî û civakî di hundirê Sûriyê de ferz bike."

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li ser Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin. Her wiha bang li gelên herêmê hate kirin ku erka xwe ya neteweyî pêk bînin ku li hember armanc û niyetên dewleta Osmaniya nû bisekinin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin: "Ji xaka Dêrazorê-xaka berxwedan û dayînê- çawa me DAIŞ û rêxistinên terorîst ên din têk birin, em planên Erdogan û siyasetên wê yên terorîst li hember hemû gelên herêmê jî têk bibin. Em ê bi yekitî û hevgirtina xwe li ber xwe bidin û li hember her dijminê dest biavêje rûmet, xak û mîrasa şehîdên me bibin mertal.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û li hember van êrişan bi erkên xwe rabin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku dagirkirina herêmên Sûriyê bi dawî bike û biryara neteweyî ya 2254’an pêk bîne ku krîza Sûriyê bi dawî bibe.

(fr)

 ANHA