Şêniyên Şêrawa: Li hemberî planên dagirkeriyê em ê li ber xwe bidin

Şêniyên navçeya Şêrawa diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê hewl didin navçe û gundên wê vala bikin, da ku bi hêsanî dagir bike. Şêniyan anîn ziman ku ew ê siyasetên wê bi bin bikevin ji ber ku ev gel bi rihê berxwedêr parastina xaka xwe dike.

Şêniyên Şêrawa: Li hemberî planên dagirkeriyê em ê li ber xwe bidin
26 gulan, 2022   14:32
ŞEHBA-ELÎ GEDRO-ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser kantona Şehba û nvaçeya Şêrawa ya Efrînê zêde kirine.

Duh bi şev hêzên dagirker ji gundên Basilê û Kîmarê yên dagirkirî gundên Aqîbe û Bênê yên navçeya Şêrawayê bi dijwarî topbaran kirin. Zêdetirî 200 guleyên hawin û obusan li van gundan ketin.

Di encama topbaranê de ziyanên mezin gihaştin mal û milkên gundiyan. Li gundê Aqîbê erebeya welatiyekê bi navê Îsa Seydo şewitî û beşek ji mala wî jî hilweşiya.

Îsa Seydo ji ANHA'ê re got: " Saet 4`ê ber êvarê bû ji karê xwe yê li ser rêya di navbera Til Rifet û gundê Aqîbê de vedigeriyam. Min erebeya xwe nêzî mala xwe sekinand. Di saet 4 û nîvan de artêşa Tirk û çeteyên wê yên li gundên navçeya Şêrawa dest bi topbarankirinê kir. Piştî çend top ketin dengê teqîneke dijwar hat, ez derketim derve ku çi bibînim erebeya min di encama topekê de tê şewitandin.

'JÊDERA DEBARA MIN BÛ'

Seydo bi domdarî got: "Ruxmî ku min nikarî ji malê derkevin, ji ber ku teqîn mezin bû hişt erebe li ber deriyê mal bisekine. Mih hewl da agir vemirînin, ji ber ku ev erebe keda jiyana min e û jêdera yekane ya debara min e."

Îsa Seydo diyar kir ku ev ne cara yekem e ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê van gundan dikin armanc û wiha pê de çû: "Beriya çend salan jî gund kir armanc û li dijî malbatekê komkujî pêk anî. Îro jî dixwaze ji nû ve sûcan pêk bîne, da ku berxwedana me lawaz bike û me ji xaka me derxe, lê ku çawa be jî em ê bimînin."

Seydo di dawiyê de anî ziman ku şêniyên gundê Aqîbê ew ê şopdarên xeta berxwedan û têkoşînê bin.

Welatiyê bi navê Henîf Seydo axivî û got, artêşa Tirk û çeteyên wê ji beriya çend rojan ve gundên Bû Semre heta gundên Aqîbê û Bênê dikin armanc û dixwaze welatiyan bitirsîne, da ku bi hêsanî dagir bike

Henîf Seydo diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku çavnebariyên pêşiyên xwe yên Osmanî vegerîne û Mîsaqî Millî zindî bike û wiha domand: "Ji roja ku em koçberî navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê hatine kirin ve, dewleta Tirk bi çekên giran van herêman topbaran dikin û gelek komkujî pêk anîn, ji wan komkujiya li dijî zarokan a li Til Rifetê, komkujiya li dijî malbatekê bi tamamî ya li gundê Aqîbe û gelek komkujiyên din. Armanca wan herêmê vala bikin, da ku dagirkeriya xwe hêsan bikin û planên xwe yên vegerandina çavnebariyên pêşiyên xwe yên osmanî û zindîkirina Mîsaqî Millî aktîv bikin."

Henîf Seydo diyar kir ku siyaset, êriş û planên wê têk biçin û diyar kir ku şêniyên Efrînê li hemberî van êrişan bi xeta berxwedanê ve girêdayî ne.

(eh)

ANHA