Desteya Tenduristiyê Nexwexşaneya Hecînê vekir

Bi merasîmekê Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê hat vekirin.

Desteya Tenduristiyê Nexwexşaneya Hecînê vekir
26 gulan, 2022   13:46
DÊRAZOR

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi merasîmkê Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê vekir.

Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa, hejmarek endamên saziyn sivîl û şêx û rûspiyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şêxê eşîra Sibêxan, Yasîn Ebdulrezaq bi xêrhatina beşdaran kir û spasiya aliyên ku destek dane avakirina vê nexweşxaneyê kir.

Rêveberê Nexweşxaneya Hecînê Mişarî El-Hizûm jî diyar kir ku ev nexweşxaneya ji bo gelek şêniyên gundewarn rojhilatê wê lêçûna hatin û çûnê kêm bike.

El-Hizûm anî ziman ku derdora 70 kes ji bijîşk û hemşîre di nexweşxaneyê de dixebitin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed El-Receb jî îşaret bi rola QSD'ê di pêkanîna ewlehiya herêmê de kir û têkildarî vekirina nexweşxaneyê wiha got: "Ev gav encamên ked û fedekariyên lehengane ye ku şêniyên herêmê û hevkariya Desteya Tenduristiyê de dane."

El-Receb anî zian ku ew dê di demên pêş de li Ebû Hemam û Kisra yên gundewarên rojava jî nexweşxaneyan vekin.

Ciwan Mistefa jî vekirina nexweşxaneyê li şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê  pîroz kir û bi bîr xist ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de şêniyan ji ber şer û wêraniyê gelek azar kişand.

Mistefa destnîşan kir ku şênî bi israr in ku serekftin û pêşketinê pêk bînin û dikarin bi desteka Rêveberiya Xweser herêmên xwe ji nû ve ava bikin.

Ciwan Mistefa wiha domand: "Ev nexweşxane peyama îsrar û sekna li hemerî aliyên xirabker e ku em di avakirinê de berdewam in û em ê vê xetê temam bikin, destekê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk. Em hemû hêza QSD'ê bawer in."

Piştî axaftin bi dawî bûn, Desteya Tenduristiyê plaketek diyar Rêveberiya Nexweşxaneya Hecînê kir ku roleke sereke di sererastkirin û aktîvkirina beşên wê de list.

Di dawiyê de deriyê nexweşxaneyê hate vekirin û beşdar li beşên wê geriya.

ANHA