​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê li Hemayê baregehên DAIŞ`ê bombebaran kirin

Balafirên şer ên hêzên hikumeta Şamê li çolistana Iqêrebat a li rojhilatê Hemayê, baregehên çeteyên DAIŞ`ê bombebaran kirin.

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê li Hemayê baregehên DAIŞ`ê bombebaran kirin
26 gulan, 2022   12:29
NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 2 balafirên şer ên hêzên hikumeta Şamê li çolistana Iqêrebat a li rojhilatê Hemayê, baregehên çeteyên DAIŞ`ê kir armanc. Ev yek li gel mijûlbûna Rûsyayê bi şerê Ukraynayê û kêmbûna êrişên hewayî yên Rûsyayê li çolistana Sûriyê di dema dawîn de, pêk tê.

Her wiha SOHR`ê li gorî çavkaniyên xwe diyar kir ku beşeke pîlotên leşkerî, tevî balafirên şer ên beşdarî operasyonên leşkerî yên li Sûriyê bûne, bi rêya baregeha Himêmîn ji xaka Sûriyê derketine.

SOHR`ê da zanîn ku hêzên Rûsyayê ji gelek baregehên leşkerî yên li çolistanê vekişiyan û ber bi Tertûs û Laziqiyê ve çûn û radestî hêzên hikumeta Şamê kirin. Baregehên ku Rûsya jê vekişiyaye, herêmên "sar" in û tu operasyonên leşkerî lê çênabin, bi taybtî herêma Tedmûr û derdora wê.

Hêzên hikumeta Şamê jî ev baregeh bi îdiaya ku hêzên ku van baregehan biparêzin tune ne, radestî komên Îranê kirin.

(eh)