​​​​​​​Dagirkeriya Tirk li Zap û Metînayê êrişên bejahî û hewayî yên dijwar pêk anîn

Dewleta Tirk duh li dijî qadên Girê Cûdî û qadên FM yên Zapê û li dijî Girê Hakkarî yê Metînayê êrişeke dagirker da destpêkirin, şerekî giran heye.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk li Zap û Metînayê êrişên bejahî û hewayî yên dijwar pêk anîn
26 gulan, 2022   07:13
NAVENDA NÛÇEYAN

ANF`ê li gorî çavkaniyên gerîla ragihand ku artêşa Tirk duh qadên Girê Cûdî û qadên FM yên Zapê û Girê Hakkarî yê Metînayê bi balefir û helîkopteran bomberdûman kir û piştre ji hewayî û bejahî êrişeke dagirker daye destpêkirin.

Li Girê Cûdî, Girê Fm û Girê Hakkarî di navbera gerîla û dagirkeran şerekî giran heye.