Serokê CHP: Erdogan xwe hazir dike ji Tirkiyê bireve

Serokê CHP'ê yê muxalifê Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu îdia kir ku eger Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê de bi bin ket ew ê ji Tirkiyê bireve.

Serokê CHP: Erdogan xwe hazir dike ji Tirkiyê bireve
25 gulan, 2022   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê medya civakî got," (TÜRGV) û (ENSAR) yên nêzîkî desthilatê bi milyonan dolar şandin Amerîkayê." Kiliçdaroglu diyar kir ku ew her du sazî qaşo ji bo xwendekaran hatine avakirin, lê ew pere ji bo welatiyekî li Amerîkayê dişînin.

Kiliçdaroglu got, "Ew her du sazî li ser 4 caran 60 milyon dolarên amerîkî şandine.. Hemû belge di dest me de hene, her du weqf milyarek lîre ji bo Amerîkayê şandine."

Kiliçdaroglu ev tişt jî anî ziman, "Çawa ew pere bi dest xistin? Ji ber çi bi awayekî berdewam van pereyan dişînin Amerîkayê? Çima weke dolar doşînin? Kê we erkdar kiriye?

Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu îdia kir ku Erdogan eger di hilbijartinên bê de bi ser nekeve dê ji Tirkiyê bireve û got, " Pereyên gel didizin da ku jiyaneke xweş li wir derbas bikin."

(şt)