Rojnameyên erebî: Şam bi yasaya sûcên sîber rastiyan dinixumîne

Rojnameyên erebî vê sibê behsa qanûna sûcên sîber a hikumeta Şamê, kar û barên Lîbyayê û hilbijartinên Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Şam bi yasaya sûcên sîber rastiyan dinixumîne
25 gulan, 2022   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-ESED BI QANÛNA SÛCÊN SÎBER GEL DITIRSÎNE

Rojnameya El-Ereb têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivisî: “Piştî çend mehan ji gotegotan, rejîma El-Esed di demên dawiyê de yasayeke berfireh têkildarî sûcên sîber destxist. Ligel ku ev yasa dozên mîna heqareta li ser malperên medya û xapandinê ceza dike, lê cezayên qanûnî û diravî yên herî giran li ser kesên ku serok, destûrê yan jî dewletê rexne dikin, dibire.

Ligel rexneyên tund ên gel ên ji ber nepeydakirina pêdiviyên bingehîn, bihabûn û xizaniyê ku rejîm nikare çareserker bike, diyar dibe ku rejîmê ji ber van sedeman ev qanûn derxistiye. Li aliyekî din peyameke wiha dide sûriyan; rexnekirina hikumeta serok Beşar El-Esed wê bê ceza nemîne.

Li gorî vê, ji vê mehê de û şûnde dê xebatkarên torên enternetê û bikaranerên wê yên li dijî van tedbîrên nû tevbigerin, dê bi cezayê 15 sala girtin û dayîna 15 milyon lîreyên sûrî (5 hezar û 530 dolar) re rû bi rû bimînin.

Ji bo kesên ku li ser enternetê dewletê biçûk dixin, an gefan li yekitiya nîştimanî dixwin, an jî raya giştî bi mijarên neyînî mijûl bike, dê rastî cezayên herî giran bên.

Sûcên di qanûnê de hatine şîrovekirin, ne zelal in û cihê metirsiyê ne. ev yasa derfetê dide saziyên ewlehiyê her kes bi awayekî neyînî behsa rejîmê yan jî hikumetê yan jî siyaseta wê kiriye, binçav bike.

Li gorî qanûnê, ne tenê kesê nûçeya li dijî rejîmê belav kiriye tê cezakirin, lê belê hemû kesên peyamek nivîsandiye yanjî parve kiriye yan jî li ser malperên tevna civakî û whatsapp û telegram bi bîr xistibe, ceza dikin. Armanc jî ew e ku şênî piştgirî nedin hestên dijber ên li dijî hikumetê yan jî wê parve bikin heta bi awayekî veşartî jî dê were cezakirin.”

Armanc ji yasaya sûcên sîber ew e ku bi rêya tirsandina xelkê bi girtin, êşkence û mirinê, rexnegiran bêdeng bikin. Ya rast, bingehên van metirsiyan hene, di dirêjahiya 10 salên borî de bi deh hezaran sûrî ji ber ku rexne kirine, li ser destê saziyên ewlehiyê yên rejîmê winda bûne.”

JI TIRSA ÊRIŞÊ, HIKUMETA EL-WEHDE AVAHIYA XWE YA LI TERABLUSÊ VALA KIR

Têkildarî aloziya Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Piştî belavbûna gotegotên têkildarî pêkhatine êrişeke muhtemel, hikumeta El-Wahda ya demkî ya Lîbyayê ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe duh heta çend saetan avahiya xwe ya li paytext Terablusê vala kir. Hemwextî wê 4 endamên komîteya amadekar a hilbijartinan îstîfa kir.

Dezgehên çapemeniyê yên xwecih ragihandin ku piştî belavbûna gotegotên têkildar pêkhatina êrişeke muhtemel, li dora avahiya hikumeta El-Debîbe li ser rêya Sîke li Terablusê hêzên ewlehiyê seferber bûn û hemû karmend ji avahiyê hatin derxistin. Lê heta niha hikumet bê deng e.”

LUBNAN.. HEWLDANÊN BERÎ JI BO SEROKATIYEKE NÛ YA PARLAMENTOYÊ

Girêdayî rewşa Lubnanê ya piştî hilbijartinan rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Dema ku li Lubnanê bal li ser temamkirina parlamento bi şêwaza wê ya nû; serokatî, cîgir, desteya nivîsgehê û komîteyên wê ye, heta niha tu guhertinên nû çênebûne ku dem û çarenûsa civîna yekemîn a parlamentoyê diyar nebûye. Nakokiya li ser serokatiya parlamentoyê berdewam e û dişibe Şikandina zendan. Diyar e ku aliyên siyasî û palamento dev ji helwesta xwe ya ji hilbijartinan neguhere. Lê di heman demê de ji bo serokatiya parlamentoyê ji bilî Nebîh Berî tu kes tune ye.

Li gel gelek alî li dijî mayîna Berî ne û metirsiyên hemû aliyan ku muhleta 15 rojan bi dawî bibe beyî ku namzetek ji bo serokatiya parlamentoyê bê diyarkirin, li gorî gelek parlamenteran, Berî heta piştî bidawîbûna muhletê dê banga lidarxistina civîna parlamentoyê neke. Heta ku hewldanên xwe ji bo mayîna di serokatiya parlamentoyê de bi ser nexe.”

 (şx)