Artêşa dagirker Bendava Şehba topbaran dike-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de Bendava Şehba ya girêdayî kantona Şehbayê topbaran dike. Hemwextî êrişê balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirk li asîmanê herêma Efrînê digerin.

Artêşa dagirker Bendava Şehba topbaran dike-HATE NÛKIRIN
25 gulan, 2022   08:04
ŞEHBA

Agahiyên têkildarî encamên topbaranê hîna bi dest neketine.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku hemwextî topbaranê li herêmên eniyên şer ên li kantonên Şehba û Efrînê, tevgera balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagiker heye.

Artêşa Tirk a dagirker bi awayekî rojane gundên navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrîna dagirkirî û gundên kantona Şehbayê topbaran dike.

(cx)

ANHA