​​​​​​​Ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyan 20 hektar zeviyên çandiyê şewitîn

Ji ber artêşa Tirk û çeteyên wê kantona Şehbayê bê navber topbaran dikin. Ji ber topbaranê herî kêm 20 hektar zeviyên çandiniyê şewitîn.

​​​​​​​Ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyan 20 hektar zeviyên çandiyê şewitîn
​​​​​​​Ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyan 20 hektar zeviyên çandiyê şewitîn
​​​​​​​Ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyan 20 hektar zeviyên çandiyê şewitîn
​​​​​​​Ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyan 20 hektar zeviyên çandiyê şewitîn
​​​​​​​Ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyan 20 hektar zeviyên çandiyê şewitîn
25 gulan, 2022   00:49
ŞEHBA-ELÎ GEDRO

Artêşa Tirk û çeteyên wê di demên dawîn de rojane kantona Şehbayê bi tank û moşekan topbaran dikin.

Zeviyên genim û ceh ên kantona Şehbayê bûne armanca çeteyên li herêmên Bab, Mare û Ezazê bi cih bûne. Beriya çend rojan li herêmê rûbereke mezin a zeviyên genim û ceh hatin hedefgirtin û di encamê de şewitîn.

Li gorî Komîteya Şewatê ya Kantona Şehbayê zeviyên gundê Hesacik ê navçeya Fafînê bi giştî 20.6 hektar ceh, hiktarek genim û 70 komên pûş ên 7 malbatan hatin şewitandin.

Têkildarî mijarê cotkar Mehmûd Mislim ku zirar gihaştiye zeviyên wî, got şêniyên kantonê debara xwe bi çandiniyê dikin û da zanîn ku ji ber baran zêde nebariya û semad peyda nebû, zirar gihaşt mewsima çandiniyê, li aliyekî din jî ji ber ku hikumeta Şamê ambargo li ser herêmê ferz kiriye, mazot kêm bû.

Mislim bi domdarî got: "Tevî ambargoyê, artêşa Tirk û çeteyên wê rojane me û zeviyên me dike armanc. Beriya niha herêm hate topbarankirin û di encamê de derdora 70 donim ceh şewitî, lewma derdora 40 milyon lîre li min bû xisar."

Mislim di dawiyê de sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê şermezar kirin û got ev xizmeta siyaseta birçîkirinê ya li ser kantona Şehbayê dike.

(eh)

ANHA