​​​​​​​Nivîsgeha Jinan a MSD: Armanca dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Debîbe El-Nasir da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan dawîanîna li prjojeya Rêveberiya Xweser e û got, "Têkbirina projeya demokratîk armanca hemû rejîmên navendî ye."

​​​​​​​Nivîsgeha Jinan a MSD: Armanca dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e
25 gulan, 2022   01:41
REQA-ALAI EL-ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker şerê projeya demokratîk dike û bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê êrişan pêk tîne. Dewleta Tirk a dagirker bi van bihaneyan dixwaze plan û projeyên xwe yên dagirkeriyê li herêmê pêk bîne.

Di vê çarçoveyê de ajansa me hevpeyvînek bi yek ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Debîbe El-Nasir re çêkir. Debîbe El-Nasir wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne. Lê ew êriş bi damezrandina Rêveberiya Xweser re dest pê kirin. Ji ber ku rêveberî xwe dispêre sîstema rêveberî ku li dijî rejîmên dewletên herêmê û Rojhilata Navîn e."

Debîbe El-Nasir wiha domand: "Sîstema Rêvberiya Xweser sîstema nenavendî û demokratîk e, daxwazên gel bi cih tîne. Hemû gelên herêmê û dewletên din jî vê yekê dixwazin."

Debîbe El-Nasir ev tişt anî ziman: "Armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina sîstem û projeya Rêveberiya Xweser e.  Ji ber sîstemên derdorê sîstemên navendî ne. Pêşketin, edalet û wekheviyê bi awayekî guncaw ji gelên xwe re pêk naynin."

Debîbe El-Nasir ev tişt jî anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku ew parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dike, lê di rastiyê de Rêveberiya Xweser û QSD'ê li dijî xaka Tirkiyê tu êriş pêk neanîne."

Debîbe El-Nasir ev li gotina xwe zêde kir: "Îro, hêzên dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, kî gefan li ewlehiya wê ya neteweyî dixwe? Ji mafên sûriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku sîstemeke xwe ya dixwazin pêk bînin. Li dawiyê li ser erdê kî gefan li kê dixwe û kî destwerdanê li karûbarên din dike, diyar dibe."

Debîbe El-Nasir di dewama axaftina xwe de wiha got: "Hevgirtina gel û berxwedana QSD'ê û hêzên ewlekariyê, ewlehî û aramî bi xwe re tîne. Hevgirtina gel bi Rêveberiya Xweser re û hevdîtinên MSD yên li hundir û derve dê projeyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk bibin."

Debîbe El-Nasir di dawiyê de got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe bi rê ve dibin, di nava saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin, ev yek piştrast dike ku gelên herêmê li kêlek rêveberî û hêzên xwe ne."

(şt)

ANHA