Dolar bilindtir dibe, gelo Lubnan derbasî qonaxeke tarî bûye?

Tevî ku opozîsyonê desthilata Lubnanê bi dest xist, diviyabû nirxê lîreya lubananî baş biba, lê dîsa jî ji dema pêkanîna hilbijartinan ve, dolar li hember lîreya lubnanî bilindtir bû û ji înê ve 30 hezar lîreyên lubnanî derbas kir. Gelo Lubnan derbasî qonaxeke tarî bûye yan jî sedemên din hene?

Dolar bilindtir dibe, gelo Lubnan derbasî qonaxeke tarî bûye?
24 gulan, 2022   06:24
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Piştî hilbijartinên Lubananê, careke din dolarî amerîkaî  li hember lîreya lubnanî bilind bû.

Li gorê platforma “Sayrafa”  ya girêdayî banka Lubnanê, yek dolarê amerîkî bûye 23 hezar û 900 lîreyên lubnanî.

Li nava nivîsgehên pevguhertina pereyan û bazara ne fermî jî yek dolar bûye 32 hezar lîreyên lubnanî, wate ji dema pêkanîna hilbiartinan heta niha dolar hezar û 500 lîreyên lubnanî zêde bûye.

Beriya pêkanîna hilbijartinan metirsî hebû ku dolar buha bibe. Tevî ku hikûmet ev yek red dikir, lê ji dema hefteyekê careke din metistî çêbûn, taybet piştî encamên hilbijartinên parlemantoyê yên ji nişkêve.

SEDEMA BILINDBÛNA DOLAR LI LUBNANÊ

Heta niha tu kes nizane kengî dê nirxê dolarê amerîkî li Lubnanê li cihê xwe raweste, hemû pêşbînî dibêjin ku dê dolar bêhtir bilind bibe û venegere weke berê. Her kes dipirsin, bazirgan û xwediyên banzînxaneyan dolar ji ku derê tînin. Di nava 2 salan de 18 milyar dolar weke alîkarî derbasî Lubnanê bûn, lê ew pere tiştek neguhert, tenê ketin bêrîka bazirganan.

Gelo ev aloziyeke peredayînê ye? An jî aloziya baweriyê ye? An jî dibe ku her du bi hev re be, di encam de ji bo gelê Lubnanê tirs çêbûye.

Pisporê aborî Kemal Wezna got: "Di aliyê teknînkî de bazarên pereyan her dem di nava çavdêriyê de ne.Hem pêşbînî dibêjin ku dê dolar hê jî bilind bibe. Lê ya balkêş dolar di rojên Yekşem û Duşemê de bilind bû, tevî di wan her du rojan de kar tune.''

Lê pirs li vir ew, bilindbûna dolar tê wateya ku lubnanî derbasî qonaxeke tarî bûne û ev bilindbûn sînorê wê tune?

El-Wezne dibêje: "Belê Lubnan derbasî qonaxeke tarî bûye, sînorekî dolar tune, weke me di hefteya derbasbûyî tevgera dolar di bazarên rewş de dît, her ku rewşa sar a siyasî dirêj kir dê dolar jî bilind bibe."

Der barê pirsa encama ku îhtîmala ku karê  Sayrafa raweste, Wezne got: "Wê bazirgan berê xwe bidin bazara reş, dê dolar bêhtir bilind bibe, dê aloziya aborî kûrtir bike, bazirgan û xwediyên banzînxaneyan bi dolar bifiroşin, dê daxwaza li ser dolar zêde bibe û di encam de rewşa welatiyan dijwar bibe."

Li vir ev pirs tê kirin, gelo tedbîrên hikûmetê ji bo kêmkirina bandora bilindbûna dolar li  kesên rewşa ya aborî sînordarkirî heye?

Hêjayî gotinê ye ku rêjeya hejariyê li Lubnanê gihiştiye ji sedî 50. Ev yek bandoreke pir xirab li kesên dahata wan sînordarkirî ye kiriye.

Li aliyê din nirxê sefîheya banzînê gihiştiye 560 hezar lîre, yanî bi çend kîreyan kêmî kirê, tevî wê jî banzîn kêm e û her kes li ser sirê radewestin, her wiha ji bo nan jî sire çêbûne, nanê her kesî hatiye destnîşankirin, welatî neçar bûne hemû tiştên ku ji ard çêbûye bikirin da malbatên xwe têr bikin.

Di heman çarçoveyê, hikûmetê di civîna xwe ya dawî ya Îna derbasbûyî de biryara zêdekirina nirxê peywendiya telefonan dabû, ev biryar hişt welatî bertek nîşan bidin.

Li gorî biryarê dê li nava bazaran 2 kart bên peydarkirin, dê li gorî nirxê Sayrafa destnîşan kiriye (yek dolar bi 23 hezar û 800 lîreyên lubnanî) yek kar bi 4.7 dolar ya din jî bi 7 dolaran bê firotin.

(şt)

ANHA