Nîlûfer Koç: Hewldanên astengiyan bin ketin, KNK bi ser ket

Bi rasthatina 23`yemîn salvegera KNK`ê, Nîlûfer Koç, diyar kir ku pirsgirêka herî zêde KNK`ê mijûl kir PDK bû û got: “Di qada dîplomasî de hewldanên dewleta Tirk li dijî KNK`ê bi ser neketin. KNK`ê bi ser ketiye.”

Nîlûfer Koç: Hewldanên astengiyan bin ketin, KNK bi ser ket
24 gulan, 2022   05:56
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

“Di aliyê dîplomasî de çiqas Kurd bihêz bûn ewqas jî derewên dewleta Tirk derketin” bi van gotinan re Nîlûfer Koç, behsa yek ji deskeftiyên KNK`ê kir û got: “KNK heya niha rolek lîstiye ku li her cihî nûnertiya çarenivîs û mafê kurdan bike.”

Endama Konseya Rêveber a KNK'ê Nîlûfer Koç, derbarê salvegera 23'yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de ji ajansa me re axivî.

LI SER ÇI PÊWÎSTIYÊ KNK HAT AVAKIRIN?

Nîlûfer Koç, di serî de behsa pêwîstiya avakirina KNK`ê kir û got: “Piştî li Bakurê Kurdistan serhildan çêbûn, zanabûna siyasî li gel pêş ket û serhildanên Kurdan li cîhanê deng vedan pêwîstiya nûnertiyeke hevbeş a neteweyî ya Kurd derket. Di salên 1990`î de Rêber Abdullah Ocalan bi gelek kesayetên li Başûrê Kurdistan wekî Îbrahîm Ehmed, Mam Celal û pisporên siyaseta kurdî re civiya. Piştî ku Partiya Kêda Gel (HEP) û Partiya Demokrat (DEP) li Bakurê Kurdistan hat girtin çend parlementerên Kurd hatin Ewropa. Piştî ku êriş li ser parlamenterên Kurd li Enqerayê pêk hat, êdî diyar bû ku ligel parlemantoyên hêzên mêtînger û dagirker Kurd nikarin xwe îfade bikin. Bi van rewşa re nêrînek derket ku Kurd parlementoyek derveyî welat ava bikin.

Di sala 1995`an de Parlementoya Kurdistanê li derveyî welat hate avakirin. Karê parlamento gelekî deng veda. Lê ji ber mijara Kurd bûbû navdewletî nêrîn hatin girtin ku kongre were çêkirin. Ev proje jî ya Rêber Abdullah Ocalan li gel siyasetmedar û pisporên Kurd bû. Di sala 1999`an de li li bajarê Amsterdam yê Holanda bi beşdariya 789 kesên çar perçeyên Kurdistanê û siyasetmedarên derve welat kongre hat ava kirin.”

MÎSYONA KNK: DERXISTINA PÎVANÊN HEVBEŞ

Têkildarî rol û mîsyona KNK`ê Nîlûfer Koç, anî ziman ku KNK'ê heya niha rolek lîstiye ku li her cihî nûnertiya çarenivîs û mafê kurdan bike. Ji ber wê jî di asta dîplomasî û siyasî de gelek karên berfireh kirine. Nîlûfer Koç, da zanîn ku mîsyona KNK'ê ya herî girîng ew bû ku pîvanên hevbeş yên siyaseta Kurd derxîne pêş û wiha pê de çû: “Ji bo ku li Kurdistanê tenê partiyên siyasî ne tenê di çarçoveya partîbûna xwe, bikaribin li gel partî û hêzên din jî îtîfaq çê bikin ku bi yek rengî daxwazên hevbeş di siyaseta navdewletî de derkevin pêş. Di van salên dawîn de em biserkevin. Zêdetir partiyên ku nûnertiya gel dikin di bin sîwana KNK`ê de ne. Goran, YNK, KCK, partiyên Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistan di nav KNK`ê de cih digrin.”

HEWLDANÊN ASTENGKIRINAN BI SER NEKETIN

Li dijî KNK`ê tevgera dijiminatiya dewleta Tirk jî nesekinî. Nîlûfer Koç, derbarê tevgera dewleta Tirk de jî diyar kir ku her tim ji gavên ku KNK diavêtin ditirsiya û got: “Hemû hewildanên wan ew bû ku li pêşiya karên me astengiyan derxîne. Lê gelekî encam negirt, bi ser jî neket. Ji ber KNK`ê rêxistineke tenê di aliyê yasayî de nine, di aliyê rewabûna xwe de heye ku bi karê xwe re xwe îspat kir. Karê KNK`ê di asta cîhanê de girîng tê dîtin. Argûmanên ku dewleta Tirk derdixist pêş, kes jê bawer nekir. Niha KNK`ê di asta dewlet, hikûmet û saziyên navdewletî de kengî bixwaze dikare bide û bistine. Di alî de pirsgirêkên gelekî cidî nînin.

Her kes dizane pirsgirêka Kurd êdî di siyaseta navdewletî de nikare bê înkarkirin. Ji ber ku hemû rengên siyasî di bin sîwana KNK`ê de hene mûxateb tê girtin. Ji bo wê jî di çarçoveya yasayên Ewropa de xwediyê statûyek yasayî ye.”

`LÎSTIKÊN DEWLETA TIRK ÊDÎ NAGIRE`

Di qada dîplomasî de hewldanên dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadî û gelê Kurd her berdewam dikin. Derbarê hewldanên dewleta Tirk de Nîlûfer Koç, diyar kir ku dewleta Tirk li ser derewan înkara Kurd dide meşandin û got: “Dewleta Tirk tiştên ne rast li ser Kurdan li her cihî belav dike. KNK jî di vê derbarê de tiştên rast dibêje. Beşê karê derve yê KNK`ê zêdetir enformasyon e. Dema dewleta Tirk reş dibêje, em dibêjin spî. Siyaseta dîplomasî jî li ser daneyan tê avakirin. Em jî daneyên xwe nîşan didin ku wê demê ew zextê li ser Tirkiyê çê dikin. Dewleta Tirk êdî her kesî dikin terorîst. Ev lîstik jî nagire.”

`DI DÎPLOMASÎ DE ÇIQAS KURD BI HÊZ BÛN EWQAS JÎ DEREWÊN WAN DERKETIN`

“Para KNK`ê di têkoşîna valaderxistina lîstokên dîplomatîk a dewleta Tirk di krîmînalîze kirina Kurdan di siyaseta navdewletî de heye. Li ser vê sedemê derî ji me re vedibin” bi van gotinan Nîlûfer Koç, balê dikşîne ser yek ji deskeftiyên bi dest xistine û wiha berdewam dike: “Wan jî fêm kiriye ku dewleta Tirk nerast diaxive. Argumanên dewleta Tirk ên li ser navê terorîzmê jî diheje. Niha dixwaze li ser vê Fînlanda û Swêd têxê nav zextê lê civakên ewropî ji vê bawer nakin. Dewlet jî êdî ji van gotinên Erdogan bawer nakin. Di aliyê dîplomasî de çiqas Kurd bihêz bûn ewqas jî derewên dewleta Tirk derketin. Esas mijar niha bûye pirsgirêka Tirk û çareseriya Kurd.”

`PDK LI DIJÎ KNK TÊKOŞÎNEKE DIJBER DA MEŞANDIN`

“Pirsgirêka ku KNK`ê gelekî mijûl kir li Başûrê Kurdistanê rû da” bi van gotinan Nîlûfer Koç, behsa dijberiya PDK`ê ji KNK`ê re kir: “Yên ku têkoşîneke sîstematîk li dijî KNK`ê da meşandin PDK`ê bû. Ji bo ku îtîfaq çê nebe derveyî îtîfaqê dimîne. PDK`ê bi xwe xwedî stratejî û perspektîfa yekitiya neteweyî nine. Heta derveyî dûrgirtine ji bo xebatên KNK`ê asteng bike çi ji destê wê hat kir. Mînak dest avêtin ofîsa me ya Hewlerê, piştî xwedî derketinê xwe paş de kişand. Kesên ku dixwestin beşdar bibin wan krîmînalîze kir. Lê di vê de jî encam negirt. Niha KNK`ê li Başûrê Kurdistanê saziyeke girîng e.”

`DI 2013`AN DE KONGRE HATIBA LIDARXISTIN EFRÎN NEDIHATA DAGIRKIRIN`

Nîlûfer Koç, diyar kir ku wekî usûl ew her tim ji bo beşdarbûna PDK`ê ji civînan re bang dikin ku derî vekirî hiştine. Lê ruxmî wê jî heta niha ji aliyê PDK`ê ve tu gavên erênî nehatine avêtin. Li kelêka vê jî ji her tim bi xurtî piştgirî û alîkariya dewleta Tirk dike. Nîlûfer Koç, behsa windahiyên vê sekna PDK`ê kir ku li gelê Kurd kiriye û ev tişt anî ser ziman: “Ev 24 sal in KNK her dem rexne dixwar ku em çima PDK'ê nakşînin nav sîwana KNK`ê. Ji bo wê jî xwestin rewabûna KNK`ê bikin mijara nîqaşê. Di 2013’an de Rêber Abdullah Ocalan name ji Mesûd Barzanî re şand. Got, `Wê agir bikeve nava welatê me.` Rêber Abdullah Ocalan xwest pêşî li vê bigire û ji Mesûd Berzani serkêşiya kar xwest. Me wê demê kongre bi ser xista heye ku Efrîn nehata dagirkirin, Kerkûk neketa vê rewşê, herêmên madeya 141 yên li Iraqê neketana bin kontrola Bexdayê. Mesûd Berzanî guh da hêzên derve û lewma ev proje bi ser neket. Niha rewş hinekî ji bo KNK baştir e. Ji ber ku PDK biryar daye. Erdogan, Nîçîrvan û Mesrûr dibêjin `em hevalên hev in.` Di siyaseta navneteweyî de jî dibêjin pirsgirêka Kurd nîn e, pirsgirêka PKK'ê  heye.”

'ÎSAL KNK WÊ HELWESTA XWE JI SEKNA PDK`Ê RE NÎŞAN BIDE'

“PDK pozîsyona xwe zelal kiriye” bi van gotinan Nîlûfer Koç, destnîşan kir ku PDK`ê biryar da ye ku li diji berjewendiyên Kurd kar bike û got: “Êdî kes nikare di vê mijarê de KNK rexne bike. Me ewqas heyet şandin Başûr, hevserokên me ewqas civîn li dar xistin, şêwrên me çêbûn, me gel beşdar kir. Tiştên ji dest tên me kir. Êdi mijara biryardayinê bû. Wan jî biryara xwe daye. Lewma êdi KNK wê îsal helwesta xwe li dijî vê rewşê nîşan bide. PDK'ê careke din dîroka xwe dubare kir. KNK wê îsal ji partiyên kurdan bipirse. Wê bi nîqaşeke hevbeş nav li vê mijarê bike. Ev niha hinekî zelal e jî.”

`ZEMÎNA LIHEVKIRINÊ BI DEWLETA TIRK RE NEMAYE`

Nîlûfer Koç, balkişand ser rewşa gelê Kurd û got: “Niha em wekî Kurd di rewşeke pir xeternak de ne. Em ber bi salvegera Lozanê ve diçin. Em ketine qonaxeke wiha ku karibin vê bêstatuya Lozanê daye kurdan rakin. Tirk jî dibêjin we bi Lozanê Osmanî parçe kir, em ê van xakan bigirin. Wê ev şer çawa bê guhertin? Gelo ev xefika Lozanê ji bo parçebûna gelên Rojhilata Navîn daniye, yan em ê wekî netewe li dijî vê planê rabin û têk bibin, em ê bêjin dema çareseriya gelan e, yan jî wê dewleta Tirk giraniya xwe bide ser. Em dixwazin zêdetir dengê xwe bigihînin cîhanê. Em êdi nikarin wekî kurdên azad û dewleta mêtinger bi hev re hebin. Zemîna lihevkirinê bi dewleta Tirk re nemaye.”

`EM Ê BI HEMLEYEKÊ VE VÊ BIŞÎNIN NAV ÇOPA DÎROKÊ`

Di dawiya axaftinên xwe de Nîlûfer Koç, da zanîn ku di warê leşkerî de gerîla lê dide, lazim e di asta siyasî û dîplomatîk de jî herkes bikaribe rola xwe bilîze û got: “Em karibin vî lingê dewleta Tirk jî bişkînin. Heger wiha be di asta navdewletî de jî wê karê me hêsantir be. Ya ku rûyê dewleta Tirk li nava cîhanê spî dike jî PDK'ê ye. Bikaranîna çekên kîmyewî jî bi wê ve girêdayî ye. Heger tu bêjî tenê PKK'ê ye, bêjî tenê çend kes in wê çaxê tu dagirkeriyê normal dikî. Ev jî wekî kar dikeve ser milê KNK’ê. Dibe ku her tişt ne li ber çav bin, lê li piştê jî karê me dimeşe. Di vî warî de çalakbûna endamên me heye. Rewşa me ne xerab e, rastiyek derketiye holê. Hem navxweyî derket holê, hem jî AKP bi tena serê xwe nikare li dijî kurdan şer bike. Em dikarin bi hemleyekê ve vê dewletê bişînin nav çopa dîrokê.”

ANHA