​​​​​​​Egîd Qeremox: Dewleta Tirk hêzên xwe li derdora Eyn Îsayê bi cih dike

Yek ji fermandarên meydanî yên QSD’ê got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî êrişn hovane yên li ser navçeya Eyn Îsayê, hêzên xwe sewqî nêzî navçeyê dikin.

​​​​​​​Egîd Qeremox: Dewleta Tirk hêzên xwe li derdora Eyn Îsayê bi cih dike
24 gulan, 2022   00:45
EYN ÎSA

Yek ji fermandarên QSD’ê yên meydanî Egîd Qeremox da zanîn ku di çarçoveya planên dewleta Tirk a dagirker ên xwegihandina rêya M4 û ferzkirina dorpêça leşkerî li ser bajarokê Eyn Îsayê de, gelek gundên li bakurê rêya M4 ya li nêzî Eyn Îsayê bi dijwarî tên topbarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên bi dirêjehiya du salên borî yên li ser gundên rojhilat, rojava û bakurê Eyn Îsayê de çekên giran, tank, moşek û balafirên bêmirov bi kar anîn. Gundên rûbirûyî êrişên dagirkeriyê tên; Mielek, Cidêdê, Xalidiyê, Hoşan, kampa Eyn Îsayê yên li rojhilatê Eyn Îsa, gundên Mişêrêf, Fatsê, Cehbel, yên li rojava, gundê Seyda yê li bakur, her wiha taxên li bajarokê Eyn Îsayê.

Egîd Qeremox diyar kir  ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên mezin sewqî derdora Eyn Îsayê û gelek gundên wê kirin ku êrişên nû pêk bînin."

Qeremox wiha domand: "Di çend mehên borî de şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de derbên giran li hêzên dagirkeran dan. Hêzên dewleta Tirk gelek caran, ji bo ku cenazeyên leşkerên xwe yên li derdora Eyn Îsayê hatine kuştin, Rûsya wekî navbeynkar xistin dewrê."

Egîd Qeremox got QSD'êji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina dagirkerî û hevalbendên wê ji hemû senaryoyan re amade ne û wiha pê de çû: "Di têkbirina êrişên dagirkerî û çeteyên wê de di dirêjahiya du salên borî de rola welatiyên Eyn Îsayê ya herî mezin e."

Der barê hebûn û rola hêzên Rûsyayê li navçeyê de Egîd Qeremox ev tişt got: "Di çend mehên borî de moşekên dewleta Tirk li nêzî baregehên Rûsyayê ketin. Lê rûsiyan tu helwest nîşan neda. Bi wê yekê hebûna Rûsya li navçeyê şeklî ye."

Di 18’ê vê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker mezreya Qirtac a 5 kîlo metre dikeve başûrê Eyn Îsayê topbaran kir, di encamê de jinek û 4 zarokên wê birîndar bûn. Ev jî rûdaneke balkêş e û armanca wê heye, ji ber ew mezre 45 kîlo metre dikeve hundirê xaka Sûriyê.

Di encamên êrişên dagirkeriya Tirk ên bênavber li ser navçe û gundewarên wê de bîlançoya windahiyan û birîndaran zêde bû, bi wê re 64 welatî birîndar bûn, ji wan 33 zarok in û gelek jî astengdar bûn.

Bi dehan gund jî hatin wêrankirin û welatiyên wê koçber bûn.

(fr)

ANHA