Rûspiyên êl û eşîran: Hevgirtina me ya li hemberî êrişan mîna mertalekê ye

Rûspiyên eşîrên Şemer û El-Welda El-Nasir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nikare hevgirtina gelên herêmê ji hev bixe û got “Li herêmê hemû pêkhate di nava yek eşîrê de ne û navê wê jî neteweya demokratîk e.”

Rûspiyên êl û eşîran: Hevgirtina me ya li hemberî êrişan mîna mertalekê ye
24 gulan, 2022   04:29
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Bi armanca şermezarkirina êriş û siyasetên dewleta Tirk a dagirker û bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî û guhertina demografiyê, Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 21’ê Gulanê de komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de şêx û rûspiyên êlên Kurd û Ereb amade bûn. Ji rûspiyên êla Şemer Haşim Silêman El-Cerba têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û girîngiya hevgirtina gelan li hemberî wan sûcan, nerînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Haşim El-Cerba da zanîn ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî giştî hezkirina wan ji welat û axa wan re heye, ji ber vê yek wêneyê hevgirtina gelan a li herêmê, li gorî dilê dijminan nîn e.

Haşim El-Cerba da xuyakirin ku hêzên desthildar bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dixwazin hevgirtina gelan têk bibin û wiha dom kir: “Lê nikarin gelan qir bikin, ji ber ku em xwediyê vî welatî ne.”

El-Cerba bal kişand ser dîroka herêmê wiha domand: “Di dîrokê de gelek caran hêzên mêtinger herêmên me dagir kirin, lê her û her gel li hemberî wan derketin û heta niha jî bi vî awayî ye. Ji ber vê sedemê tu hêzên cîhanî nikarin exlaq û hevgirtina gelan li herêmên me têk bibin. Yê ku wiha bifikire û kiryarên xwe bi pêş bixe, ew ê planên wan bi ser nekevin.”

‘EM Ê NEHÊLIN TU HÊZ PLANÊN XWE LI DIJÎ ME PÊK BÎNIN’

Haşim El-Cerba destnîşan kir ku dewleta Tirk a qirker bi êrişên xwe dixwaze herêmên wan ji hev bixe û got: “Hemû pêkhate li hemberî êrişan bi fedayî berevaniyê dikin.”

El-Cerba da xuyakirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî fikireke demokratîk e, ji ber vê yekê destwerdan bi destê dewletên çavnebar li ser tê kirin û got: “Hemû pêkhate ji hevgirtinê di herêmê de razî ne, hemû jî amadene ku fedekariyê li ber vê hevgirtinê bikin. Gelê me ji bo dayîna giyanê xwe li ber welat hazir e, QSD ji sedî 80 pêkhateyên Ereb cihê xwe tê de digire.  Ji ber vê yekê tu carî daxwaza dijminan nagihêje serî.”

Têkildarî bicihkirina malbatên çeteyan di avahiyên mêtingeriyê yên li herêmên dagirkirî de Haşim El got: “Ev plan wê neserkeftî be, ji ber ew ê tu carî gelê herêmê dev ji welatê xwe bernede, em li ser vê axê mezin bûne em ê heta dawiyê lê bimînin. Em nahêlin tu hêz armancên xwe tê de pêk bînin.”

Haşim El-Cerba da zanîn ku gelê li herêmê xwe spartiye Rêveberiya Xweser û got: “Gelê ku li ser xaka xwe maye xwedî rûmet e, dijmin jî dixwaze em bê welat û bê rûmet bimînin. Tişta ku dixwaze jî li dijî exlaqê me ye, ji ber vê yekê em ji wan re dibêjinê; em xwediyê vî welatî ne, em ê biparêzin û em bi rûmet in.”

`KIRYARÊN FAŞÎSTAN BANDORÊ LI HEVGIRTINA GELAN NAKIN`

Ji rûspiyên eşîra El-Welda El-Nasir Salih Ebdullah jî diyar kir ku di demên berê de li Sûriyê bi giştî pêkhateyên herêmê bi hev re mane û got: “Lê piştî derketina partiyan, wan partî xwestin bi siyasetên xwe tevliheviyê derbixin, bi vî awayî siyasetên xwe yê li dijî gelê herêmê pêşxistin û dest bi derxistina fitneyan kirin. Tevî van siyasetan jî heta niha hevgirtina gelan tê dîtin.”

Saliha Ebdullah bal kişand ser girîngiya fikrên rêber Abdullah Ocalan û da xuyakirin ku piştî naskirina wan ji fikrê neteweya demokratîk a rêber Ocalan hevgirtina gelan bihêztir bû û wiha got: “Di bin vî fikrî de lihevkirineke berbiçav a gelan heye, em dibînin ku ev lihevkirin ji me re mîna mertalekî li dijî êrişên li ser gelan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em jî bi hêza xwe ya QSD re ne di parastina welat de.”

Saliha Ebdullah wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lihevkirina heyî jî maf dide me ku em azad bijîn,, armanca me jî ew e ku gel bi xwe, xwe birêvebibe. Civak û pêkhateyên heyî Ereb, Kurd, Çerkes, Suryan, Kildan, êzidî di nava yek eşîreyê de ne, navê wê eşîreyê jî neteweya demokratîk e. Erê mi got ez ji eşîre El-Welda me, lê ez ji eşîreya herî mezin a ku rêberê wê rêber Abdullah Ocalan e.”

ANHA