Ji bo dayîk û hevjînên şehîdan şahiyek hate lidarxistin

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê îro bi dirûşma “Fedakariyên şehîdên me sembola berxwedanê ye” şahiyek ji dayîk û hevjînên şehîdan re li hola Navenda Çandî ya Tebqayê li dar xist.

Ji bo dayîk û hevjînên şehîdan şahiyek hate lidarxistin
Ji bo dayîk û hevjînên şehîdan şahiyek hate lidarxistin
Ji bo dayîk û hevjînên şehîdan şahiyek hate lidarxistin
Ji bo dayîk û hevjînên şehîdan şahiyek hate lidarxistin
22 gulan, 2022   13:18
TEBQA

Dayîk û hevjînên şehîdan ên Tebqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de bi navê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê Nadiye El-Elî axivî û bixêrhatina beşdaran kir û got: “Di vê rojê de, em li ser vê axa pîroz ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, lehengiya wan bibîr tînin. Bi saya wan destkeftiyên dîrokî li herêmê hatin bidestxistin.”

Nadiye wiha domand: “Bi vê sekna xwe li vir, em dixwazin wefedariya xwe bi şehîdan re rave bikin. Wan roleke pêşeng lîst û û ji bo me bûn mîraseke zindî.”

Di dawiyê de Nadiye soza pêkanîna berpirsyariyên xwe ''heta ku bibin dengê wijdana jinan û Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî û nenavendî tê avakirin'' da.

Di şahiyê de helbestvan Fatme El-Şamî helbest xwendin.

 (şx)

ANHA