Çeteyan li Efrînê welatiyekî din revand

Çeteyên "Sultan Murad" ên girêdayî dewleta Tirk welatiyek ji navçeya Şerayê revand.

Çeteyan li Efrînê welatiyekî din revand
22 gulan, 2022   13:34
ŞEHBA

Çavkaniyek ji navçeya Şera da zanîn, ku çeteyên "Sultan Murad" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, welatiyê bi navê Selah Reşo yê ji gundê Îkidamê revand. Li gorî çavkaniyan Selah Reşo, 18'ê Gulanê dema ku bi malbata xwe dighêje gund, yekser tê revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku bi êrişên dagirkirinê yên li ser Efrînê re koçberî Helebê bû û bi soz û garantiyên derew ên kesayetên ji kantonê vegeriya gundê xwe.

Tê zanîn ku herî zêde ENKS'ê ji şêniyên Efrînê yên koçberkirî daxwaz dike ku vegerin Efrîna dagirkirî, bê ku îtîrafa xwe bi sûc û îşkenceyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bike.

ANHA