Rêveberiya Xweser nirxê kirîna genim û ceh diyar kir

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê kirîna genim bi 2 hezar û 200 lîreyên sûrî ji bo her kîloyekî, yê ceh jî bi hezar û 600 lîreyên sûrî diyar kir.

Rêveberiya Xweser nirxê kirîna genim û ceh diyar kir
22 gulan, 2022   11:27
 REQA

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo diyarkirina nirxê kirîna madeyên genim û ceh di vê mewsimê de, civînek li dar xist. Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş û endamên şîrketa pêşxistina çandiniyê tevî Yekitiya Cotkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînê de amade bûn.

Di civînê de girîngiya bidestxistina genim ligel dorpêça li ser herêmê, her wiha kêmkirina pereyan di sîstema radeyan di dema wergirtinê de ji sedî 1.5 bo ji sedî 1, hatin nîqaşkirin.

Beşdaran her wiha miqdara lêçûna ku cotkaran li her herêmekê xerc kiriye nîqaş kir, da ku nirxekî guncaw ku li gorî lêçûnan be û bi dilê hemû cotkaran be, diyar bikin.

Di civînê de hate teqezkirin ku dê berhemê genim ji cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navendên wergirtinê yên Rêveberiya Xweser li hemû herêman diyar kirine, were wergirtin.

Di civînê de nirxê dawî yên kirîna genim û li gorî hemû herêman, ji bo her kîloyekî bi 2 hezar û 200 lîreyên sûrî û yê ceh jî bi hezar û 600 lîreyên sûrî, hate diyarkirin.

(cx)

ANHA