Di êrişa li ser baregeha Tirkan a li Başîkayê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di êrişa şeva din a li ser baregeha artêşa Tirk a dagirker a li bajarokê Zîlekan a ser bi Başîkayê ve, 2 leşkerên Tirk li gel endazyarekî Iraqî hatin kuştin. Ketîbeya Ehrar Sincar êriş girt ser xwe

Di êrişa li ser baregeha Tirkan a li Başîkayê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
22 gulan, 2022   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnewsê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên taybet, di encama êrişa duh bi şev a li ser baregeha leşkerên Tirk a li bajaroka Zîlekanê ya girêdayî Başîkayê de 2 leşkerên Tirk li gel endazyarekî Iraqî hatin kuştin.

Her wiha Ketîbeya bi navê Ehrar Sincar (Azadiya Şengalê) berpirsyartiya êrişê girt ser xwe. Berdevkê Ehrar Sincar, Derman Tawusmelek di daxuyaniyek ji bo malpera Elxed de got, “Me baregeha dagirkerên Tirk a li Başîqayê hedef girt”

Hat zanîn êriş bi rêya çar balefirên bê mirov pêk hatiye. Berdevkê Ehrar Sincar diyar kir ew êriş bersiva destdirêjiyên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê ye.