Li Kobanê perwerdeya fêkirina xwendin û nivisandina bi kurdî bi dawî bû

Li Kobanê perwerdehiya zimanê kurdî ya 45 rojî bi dawî bû û bawername hatin belavkirin.

Li Kobanê perwerdeya fêkirina xwendin û nivisandina bi kurdî bi dawî bû
21 gulan, 2022   15:40
KOBANÊ

Li gundê Gewrik Hebîb ê Kobanê dewreya fêkirina xwendin û nivisandina bi zimanê kurdî ya 20 kesan (jin û mêr) bi dawî bû. Dewreya perwerdeyê bi navê Şehîd Hemze hatibû vekirin ku 45 rojan dewan kir.

/ar/uploads/files/2022/05/21/143031_hfl-fny-ltwzya-shhadat-allghh-alkrdyh-fy-kwbany-28429.webp

Bi vê boneyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şahiya bidawîbûna perwerdeyê li dar xist û bawername hatin belavkirin.

Di destpêka şahiyê de, deqeyek rêzgirtin hat girtin û piştre jî bawername li derçûyîyên dewreyê hatin belavkirin.

Piştre, sê kesên ku baştirîn pile bi dest xistine bi dîwanên helbestên kurdî hatin xelatkirin.

Şahî bi pêşkêşkirina stranan hat bidawîkirin.

ANHA