Ji 2012`an heta 2022`an, hewldanên dewleta Tirk ên parçekirina Sûriyê

Dewleta Tirk di destpêka meha Gulanê de jinûve dosyaya penaberên sûrî vekir. Behsa projeya mêtîngeriyê ji bo bicihkirina milyon penaberên sûrî li herêmên dagirkirî dike. Projeya ku dewleta Tirk behsa wê dike vedigre destpêka aloziya Sûriyê.

Ji 2012`an heta 2022`an, hewldanên dewleta Tirk ên parçekirina Sûriyê
22 gulan, 2022   06:08
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Dewleta Tirk a dagirker di rojên borî de dest bi derxistina beşan ji penaberên sûrî ji xaka xwe kir û ew ber bi herêmên dagirkirî (Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlibê) ve şand. Bi vê yekê nasname, çand, hebûn û demografiya herêma bakurê rojhilatê Sûriyê dike hedef.

Dewleta ku îdiaya "herêma ewle" dike, penaberên Sûriyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ev herêm ên herî zêde ku xwîn li ser erdnîgariya Sûriyê hatine rijandin.

3 milyon û 700 hezar penaber ji herêmên cûda yên Sûriyê li Tirkiyê hene. Li gorî berpirsên dewleta Tirk, Tirkiyê di nava 11 salan de û di hemû waran de sûd ji wan girt nexasim di warê aborî de, her wiha ew weke kaxezeke zextê li dijî dewletên Yekitiya Ewropayê  bi kar anî. Lê armancên wê pêk nehatin.

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê di wê demê de Ehmed Davutoglu got, ji ber "sedemên mirovî" dibe ku welatê wî bi koordîneya civata navneteweyî herêmeke tampon li ser sînorê Sûriyê û ferz bike.

Projeya ku îro dewleta Tirk pêk tîne ne nû ye. Di 26`ê Tîrmeha 2012`an de piştî destpêkirina Şoreşa Rojava dest pê kir. Davutoglu di wê demê de got "herêma ewle herêmeke tampon e û ev hemû jî beşek ji vebijarkên me ne." daxuyaniya Davutoglu ji aliyê civaka navneteweyî ve hate redkirin.

9`ê Cotmeha 2014`an Davutoglu banga avakirina herêma ewle kir û serxistina çalakiyên li dijî DAIŞ'ê wekî hincet nîşan da.

Dewleta Tirk bangên ji bo avakirina "herêma ewle" ne rawestand. Di 11`ê Mijdara 2015`an de Erdogan jinûve bang li civaka navneteweyî kir ku destekê bide pêşniyara wî ku di demeke berê de hatibû redkirin û ew jî avakirina "herêma ewle" di hundirê xaka Sûriyê de ye.

Piştî ku dewleta Tirk di 18`ê Adara 2018`an de Efrîn dagir kir û bi sed hezeran şêniyên wê yên resen koçber kir, dest bi projeya bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan kir. Di vê yekê de dewleta Tirk a dagirekr alîkarî ji komeleyên kiwêtî îxwanî û qeterî wergirt. Niha jî projeyên mêtîngeriyê ji bo tunekirina şêniyên wê yên resen e.

DEWLETA TIRK PENABERAN WEKE KAXEZA ZEXTÊ LI DIJÎ CÎHANÊ BI KAR TÎNE

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhertin a Niştimanî ya Demokratîk Îbrahîm Cûma Xelîl got, di demên dawî de çavnebariya dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk eşkere bûn ku hewl dide penaberan bişkîne aliyê xwe û niha jî dixwaze wan li herêmên bakurê Sûriyê bi cih bike da ku guhertina demografî pêk bîne.

Xelîl diyar kir ku armanc ji vê yekê ew e ku bi hincetên derew împratoya osmanî berfireh bike û bi hêsanî herêmê desteser bike û wiha domand: "Dewleta Tirk penaberên Sûriyê ber bi Tirkiyê ve kişand. Niha jî wan dersînor dike. Ev ne tenê kaxeza zextê li ser gelê Sûriyê ye, lê belê dewleta Tirk vê yekê li dijî cîhanê bikar tîne da ku bi hestên wan bilîze. Ev axaftin ne rast e. Destpêkê divê şêniyên herêmê parastina herêma xwe bike û lê bimîne."

DEWLETA OSMANÎ LI SER LAWAZ û XIZANAN HATIYE AVAKIRIN

Îbrahîm Xelîl got dewleta Tirk dixwaze berfireh bike û jinûve serweriya xwe li ser herêmê ferz bike û wiha domand: "Di nava dîrokê de dewleta osmanî li ser lawaz û xizanan hate avakirin. Em bang li NY`yê û meclisa mafên mirovan dikin ku bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bisekine, destekê bide helwestên wan li dijî guhertina demografî ku dixwazin gelan qir bikin, nasnameya herêmên Sûriyê biguhêre."

DIVÊ DESTEKÊ BIDIN GELAN DA KU LI HEMBER DAGIREKRAN BISEKININ

Têkildarî rêbazên sekinandina li hemberî plan û projeyên dewleta Tirk ên guhertina demografiya herêmê armanc dikin, Îbrahîm Cûma Xelîl ev tişt anî ziman: "Bi nêrîna me, divê em destekê bidin gelên herêmê da ku bi hemû rêbazên aştiyane û ne aştiyane, li hemberî dagirkeriyê bisekinin.”

DIVÊ GELÊ SÛRIYÊ BI ŞÊNIYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ RE BE

Xelîl bang li hemû gelê Sûriyê yê li hundir û derve kir ku bi şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dijîn siyasetên AKP`ê li Sûriyê, deşta Neynewa û hemû herêmên li sînorê nêzî wê pêk tîne, bisekine.

GUHERTINA GIŞTÎ YA DEMOGRAFIYÊ DÊ NE TENÊ LI SER HESABÊ SÛRIYÊ BE

Di dawiyê de Îbrahîm Cûma Xelîl teqez kir ku şerê ku dewleta Tirk pêk tîne destpêka guhertina giştî ya demografiyê û dê ne tenê li ser hesabê Sûriyê be, her wiha dixwaz li hemû herêmên berê di bin serweriya dewleta Osmanî de bûn, pêk bîne.

 (bx)

ANHA