ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-05-2022
21 gulan, 2022   23:00

-TEV-DEM'ê ji bo piştevaniya berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gereke bi erebeyan li Kobanê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo gerîla Denîz Reş û Demhat Derwîş yên ku di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser li herêma Zapê de şehîd bûne, merasîmê sersaxiyê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo gerîlayên YJA-Starê Zîlan Besê û Zîlan Agirî yên ku li berxwedana Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, merasîmek li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Şedadê, bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fayîz Hemad li goristana Şehîdan vedişêrin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê QSD`ê bang li hêzên navneteweyî yên çalak li Sûriyê kir ku erka xwe pêk bîne û êrişên dewleta Tirk rawestîne. Her wiha got, hêzên wan ji bo parastina herêmê mertalên xurt in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Hesekê diyar kirin ku rêya yekane ya rawestandina êrişên dewleta Tirk, yekitî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Zirganê ku rojane rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker tê, jiyana xwe li gorî şert û mercên şer organîze dikin. Dema dewleta Tirk hewl dide wan koçber bike, xelkê herêmê rêbazên berxwedanê li hember planên dewleta Tirk ên mêtinger bi pêş dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd Beşar Sedam El-Mihêmîd li Goristana Şehîdan a navçeya Til Koçerê dispêrin axê, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çarçoveya siyasetên hevbeş ên hikûmeta Kazimî û PDK'ê de, xeteriya pêkanîna êrişên nû yên qirkirinê li hemer civaka Êzidî dewam dikin. Akdemisyenek jî dibêje, Êzidî nûnertiya nasnameya Rojhilata Navîn dikin û divê ew bên parastin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Siyasetmedar, lêkolîner û pisporê karûbarên Afrîkayê yê ji Misirê Ramî Zihdî diyar kir ku plana avahiyên mêtîngeriyê ya dewleta Tirk xeterî li ser tevahî welatên Ereb çêdike û got:" Dê ne tenê Sûriyê ziyan bibîne." (BI WÊNE).

RAPOR

- Dewleta Tirk di destpêka meha Gulanê de jinûve dosyaya penaberên sûrî vekir. Behsa projeya mêtîngeriyê ji bo bicihkirina milyon penaberên sûrî li herêmên dagirkirî dike. Projeya ku dewleta Tirk behsa wê dike vedigre destpêka aloziya Sûriyê di buhara 2011`an de.

CÎHAN

- Îsraîl helwesta Rûsyayê ya têkildarî tevgerên xwe yên li Sûriyê dişopîne, aliyên iraqî jî got, Muqteda El-Sedir dev ji hewldanên avakirina hikumetê berda û berî da muxalefet.

- Çavkaniyên ji nava artêşa Îsraîlê diyar kirin ku bijardeya kuştina rayedarên Filistînê li ser maseyê ye. Ev daxuyanî di demekê de tê ku li bajarê Qudis û Dufaya Rojava ne aramî serwer bûye, komên Filistînê jî gef li welatiyên Îsraîlê dixwin ku ew ê rê nedin berdewam derbasî mizgefta El-Eqsa bibin.

DOSYA

- Li Şengalê PDK dixwaze berxwedana gel a li dijî artêşa Iraqê berovajî bike û armanca sereke ya çalakgeran biguhere. Bi vê armancê gelek kesên girêdayî PDK’ê ku beşek ji wan pêşmerge ne, di nav çalakiyan de hatine bicihkirin da ku berê çalakgeran bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê.

ANHA