Saziya Enerjî û Pêwendiyê ya Şedadê bircên kehrebeyê sererast dike

Piştî ku ji ber ketina 3 birçan kehrebeyê ji ser herêmê qut bibû, Saziya Enerjî û Pêwendiyê ya Şedadê dest bi sererastkirina toreya kehrebeya kir ku kehrebeyê dide herêma başûrê kantona Hesekê.

Saziya Enerjî û Pêwendiyê ya Şedadê bircên kehrebeyê sererast dike
21 gulan, 2022   15:12
HESEKÊ

Ji ber bahozên tozê ku roja Yekşema borî li tevahî herêmên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabû, kehrebe ji ser herêmên başûrê kantona Hesekê qut bû. Kehrebeya wan herêman ji statsoya enerjiyê ya Çibisa ya navçeya Şedadê ye.

Ji rêveberên Saziya Enerjî û Pêwendî ya navçeya Şedadê Duha El-Teraf got, ji ber dijwarbûna bahoza tozê ku li herêmê rabû, 3 bircên sereke ketin ku stasyona Çibisa bi stasyona kehrebeyê ya li navçeya Şedadê ve girê dide û kehrebeyê dide 8 xetên sereke yên li herêma başûrê Hesekê.

Duha El-Teraf diyar kir ku werşeyên fenî dest bi serastkirina bircan kir, heger serastkirin dereng jî bû ew jî ji ber kêmbûna alavên endiziyariyê  û mijûlbûna wan bi xirabûnên din e.

Navçeya Şedadê û gundewarên rojane ji 6 – 8 saet kehrebe ji stasyona Çibisa werdigrin û ew jî kehrebeyê dide 8 xetan.

(bx)

ANHA