Pêkhateyên Hesekê: Yekane bersivdayîna êrişan yekitî ye

Pêkhateyên Hesekê diyar kirin ku rêya yekane ya rawestandina êrişên dewleta Tirk, yekitî ye.

Pêkhateyên Hesekê: Yekane bersivdayîna êrişan yekitî ye
22 gulan, 2022   00:45
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku dewleta Tirk dest tê werda û 2016`an 24`ê Tebaxê rasterast ket Sûriyê û Cerablus dagir kir, her wiha herêmên din ên Sûriyê jî dagir kirin; Idlib, Ezaz, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.

Beriya dagirkeriya Tirk û piştî wê dewleta Tirk dixwest fitnê di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxe, ruxmî binketina planên wê jî lê lîstokên xwe dewam dike û dixwaze pêkhateyên herêmê ji hev qut bike.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetereya lîstok û planên dewleta Tirk nas kir û bi yekitiya xwe ku di ragihandina Rêveberiya Xweser 2014`an hate xuyakirin de, bersiva van êrişan da.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/05/21/180435_-.jpg

Ji pêkhateya Suryan Rîma Reşo anî ziman ku hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî cudabûn rastî êrişan tên, dagirkeriya Tirk ji 1915`an dema komkujiya Ermenan û ya Seyfo bi dîroka xwe ya tijî sûc e.

Rîma Reşo da zanîn ku artêşa Tirk hewl dide fitneyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe.

Rîma Reşo wiha axaftina xwe dewam kir: "Yekane rêbazê parastina herêmê û destkeftiyên wê yektiiya pêkhateyan û bidawîkirina aloziya Sûriyê ye. Ji destpêka aloziyê ve û heta îro tevî gelek civînên Astana û Cinêv li dar ketine, lê tu encam bi xwe re neanîn."

Çeteyên DAIŞ`ê 20`ê Çileya 2022`yan êrişî taxa Xiwêran a li aliyê başûrê bajarê Hesekê kirin û şer derdora 7 rojan dewam kir. Li hemberî vê şêniyên taxê li kêleka QSD`ê berxwedaneke lehengane nîşan da, bi dehan çete hatin kuştin û planên Tirkiyê yên revandina terorîstan bi bin ketin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/05/21/180415_-.jpg

Welatiya bi navê Cewahir El-Xidêre ya taxa Xiwêran û ji pêkhateya Ereb anî ziman ku dagirkeriya Tirk pêkhateyên herêmê bêyî cudabûn dike armanc, da ku fitneyên taifî derxe.

Rîme destnîşan kir ku yekane rêya xelasiya ji êrişên Tirkiyê yên li ser welat û bidawîkirina destwerdana wê ji kar û barên Sûriyê re her wiha qedexeya bikaranîna wê ji dosya Sûriyê, avakirina yekitiya hemû pêkhateyan.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/05/21/180451_-.jpg

Ji navçeya Tiwêna ya rojavayê Hesekê û ji pêkhateyan Kurd Fexrî Osman diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî ne û tu kes nikare wan ji hev qut bike û fitneyan di navbera wan de derxe.

Osman îşaret pê kir ku ew ê nehêlin hêzên dagirker destwerdanê bikin û ew li dijî timayî û êriên li dijî herêmê ne, çi yên ji aliyê Tirkiyê be yan jî aliyên din bin.

Osman da zanîn ku armanca dagirkeriya Tirk ji êrişên li ser herêmê koçberkirina niştecihên wê yên resen in û da ku guhartina demografiyê li herêmê çêbibe, mînaka wê jî Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn e.

Fexrî Osman di dawiyê de got, yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê garantiya têkbirina êrişên dijminan e, di serî dewleta Tirk a dagirker.

(eh)

ANHA