​​​​​​​Aram Hena: Hêzên me ji bo parastina herêmê mertalên xurt in

Berdevkê QSD`ê bang li hêzên navneteweyî yên çalak li Sûriyê kir ku erka xwe pêk bîne û êrişên dewleta Tirk rawestîne. Her wiha got, hêzên wan ji bo parastina herêmê mertalên xurt in.

​​​​​​​Aram Hena: Hêzên me ji bo parastina herêmê mertalên xurt in
21 gulan, 2022   23:40
HESEKÊ

Dewleta Tirk êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome û ji destpêka meha Nîsana borî ve êriş li ser herêmê zêde kiriye. Di van êrişan de balafirên bê mirov ên bi çek û çekên giran bi kar tîne. Di encamê de gelek kes şehîd û birîndar çêbûne.

Berdevkê QSD`ê Aram Hena têkildarî êrişên li ser herêmê ji ANHA`yê re axivî.

Aram Hena diyar kir ku ji destpêka meha Nîsanê ve dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên li ser herêmê zêde dikin, êriş li dijî Kobanê û gundewarên wê, herêmên Şehba, Eyn Îsa heta Til Temir û navçeya Zirganê hate kirin û gelek sûc li dijî welatiyan hate kirin.

Hena da zanîn ku êrişên dewleta Tirk bi çekên giran li dijî gundên asuriyan ên Til Temirê dewam dikin û diyar kir ku armanca ji van êrişan valakirina gundan ji niştecihên wê û dagirkirina wan e.

Têkildarî zêdebûna êrişên li ser  kantona Kobanê û herêmên Şehbayê Aram Hena ev tişt anî ziman: "Kobanê û Şehba ji bo gelê me xwedî cihekî manewî yê mezin e. Ji ber ku Kobanê yekemîn herêm bû ku me ji bo rizgakririna Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê dest pê kir û destpêka hevkariya me bi Koalisyona Navneteweyî re bû." 

Hena destnîşan kir ku Kobanê bingeha berxwedan û şoreşê ye ku hêz û gelên wan dimeşînin, ji ber wê jî dewleta Tirk hewl dide wê bişkîne.

Di dewama axaftina xwe de Aram Hena bal kişand ser êrişên heweyî û ev tişt anî ziman: "Herî zêde herêmên ewle yên tijî  niştecih tên bomebebarankirin. Ev yek di ziyanên ku derdikevin de diyar dibe. Welatî û navendên xizmetguzariyê yên li herêmê jî tên hedefkirin."

Hena sedemên zêdebûna êrişên Tirkiyê, spart mercên siyasî yên heyî, mijulbûna civata navneteweyî bi şerê Rûsya û Ukraynayê û wiha domand: " Dibe koordîneyeke navneteweyî der barê êrişên hewayî yên li ser herêmên me û berdewamiya wê de hebe."

DYA`yê di dema serokê berê yê Amerîkayê de Donald Trump de got qada hewaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin serweriya wê de ye.

Aram Hena wiha pêde çû: "Di vê çarçoveyê de em rola navneteweyî diparêzin. Em bang li civaka navneteweyî û hezên çalak ên li Sûriyê dikin ku erka xwe ya erênî pêk bînin ku aramî û ewlehiya herêmê pêk bîne, herêmê ji xeteriya dûbarekirina êrişên hewayî dûr bixe ku reweşê aloz dike û şaneyên terorîst çalak dike."

Aram Hena da zanîn ku çeka wan her tim bi navê gel diaxive û wiha domand: "Em hêza xwe ji berxwedana gel digirin. Me ji berxwedana gelê dest pê kir. Berxwedana gel nuqteya destpêkê bû. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe ta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî û pêkanîna serkeftinê, misogeriya mafên gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên wê ye bidomînin."

Aram Hena got hemû hêzên wan ên leşkerî amade ne bersiva çi êriş û xeteriyên li ser herêmê bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêzên me hêzên niştîmanî rewa ne. Ji bingehê nasname û daxwaza me ya jiyaneke bi ewle li seranserî xeta sînor, em rola xwe ya niştîmanî pêk tînin. Em amade ne ku li hember çi êrişan bisekinin. Em dagirkirina tu herêmên nû qebûl nakin û hêzên me dê mertalê xurt ji bo parastina herêmê be."

(bx)

ANHA