​​​​​​​Panorama hefteyê: Îsraîl helwesta Rûsya dişopîne, El-Sedir dev ji hikumetê berdide

Îsraîl helwesta Rûsyayê ya têkildarî tevgerên xwe yên li Sûriyê dişopîne, aliyên iraqî jî got, Muqteda El-Sedir dev ji hewldanên avakirina hikumetê berda û berî da muxalefet.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Îsraîl helwesta Rûsya dişopîne, El-Sedir dev ji hikumetê berdide
22 gulan, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişand ser tevgerên Rûsya, Îsraîl û Îranê yên li Sûriyê, aloziya Iraq û encamên hilbijartinên parlamantoya Lubnanê

‘ÎSRAÎL HELWESTA RÛSYAYÊ YA TÊKILDARÎ TEVGERÊN XWE YÊN LI SÛRIYÊ DIŞOPÎNE’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Piştî belavbûna nûçeyan têkildarî avêtina moşekan ji aliyê noqaveke Rûsyayê ve li balafirên Îsraîlê yên ku hinek cih li Sûriyê bombebaran kirine, rojnameya Israel Hayom eşkere kir ku Fermandariya Leşkerî ya Îsraîlê dixwest fêm bike ku guhertin di helwesta Rûsyayê ya li hember tevgera Îsraîlê ya li Sûriyê de hatiye guhertin an na.

Li gel ku metirsî li Til Evîvê heye ku Rûsya bi rêya pêşkêşkirina çek û cebilxaneyê ji artêşa Îranê re, bersiva tevlêbûna Îsraîlê di şerê Ukraynayê de daye, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz got artêşa Îsarîlê tenê çekan ji bo parastinê dide Ukraynayê, ne ku ji bo ku li dijî Rûsyayê şer bike.

Rojnameya Israel Yahom ku bi helwestên xwe yên rastgir û nêzî serokê muxalefetê Benjamin Netanyahu tê naskirin, diyar kir ku bûyereke ne normal roja înê rû daye, dema Îsraîlê êrişek li dijî cihê bi navê Sars ê girîng pêk anî ku tê de moşekên Hizbullanê tên nûjenkirin.

Rojnameyê diyar kir ku dê Îsraîl li benda encamên êrişên nû yên li Sûriyê be da ku fêm bike ka Rûsya dê tevgera Îsarîlê li qada hewayî ya Sûriyê asteng bike yan na.”

EL-SADIR DEV JI HIKUMETÊ BERDIDE Û XWE DISPÊRE OPOZÎSYONA NÎŞTIMANÎ

Têkildarî rojeva Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê Şepêla El-Sadir Muqteda El-Sadir duh êvarê ragihand ku wî heta 30 rojan dev ji hewldanên avakirina hikumetê berdaye û xwe spartiye opozîsyonê. Aliyên siyasî yên iraqî destnîşan kir ku El-Sadir naxwaze hikumet bê avakirin, lewma tercîh kir ku ji vê rewşê bireve û erkên avakirina hikumetê ji hevrikên xwe yên Çarçoveya Koordînekirî re bihêle.

Hemwextî wê, parlamenterên serbixwe yên alîgirên serokê hevbendiya Dewleta Yasa Nûrî El-Malikî hewl didin ji bo hikumetê serokekî pêşniyar bikin ku ji El-Sadir dûr be û nêzî dijberên wî be.

Aliyên siyasî yên iraqî dibêjin ku muhleta 40 rojan û muhleta nû ku dê mehekê dewam bike, nîşan didin ku El-Sadir naxwaze hikum bike û dixwaze berpirsyariyan bixe stûyê yên din û xwe bê guneh derxe.

Diyar e ku sedema pejirandina muhleteke nû ji aliyê El-Sadir ve, vedigere binkeftina gihîştina lihevkirinê bi blokên cuda re.

Parlamenterên serbixwe, fikra El-Sadir wekî fisendekê dît û ji bo diyarkirina serokê hikumetê ku nêzî Çarçoveya Koordînekirî û Nûrî El-Malikî be, însiyatîfeke nû pêşniyar bikin.”

`LUBNAN DI DIYARKIRINA PARLAMENTOYA NÛ DE BI ASTENGIYÊN CIDÎ RE RÛ BI RÛ YE`

Têkildarî rewşa li Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Piştî bidawîbûna hemleyên hilbijartinên parlamentoyê û derketina encamên wê, hîna rewş ne zelal e, bi taybet li gel ku dê parlamento di 22`yê Gulanê de dest bi erka xwe bike, serokê parlamento û desteya nivîsgehê wê hilbijêre. Serokê meclisê yê ji 1992`yan ve li ser vê erkê ye Nebîh Berî cara yekemîn bi astengiyeke mezin re rû bi rû ye, ji ber hebûna blokeke hevseng ku naxwaze careke din ew were hilbijartin. Berî ji ber parvekirina taîfî ya her sê serokatiyan tu hevrikek li pêşiya xwe nedît. Lê astengiya herî mezin li pêşiya parlamentoyê derketiye, diyarkirina kesayetekê ji bo avakirina hikumeta nû ye.

Tevî wê jî, pêşbinî hene ku pêvajoya demkî ya hikumeta Necîb Mîqatî dirêj bike, ji ber metirsiyên neavakirina hikumeta nû di demeke kin de.”

ANHA