Beşdarên çalakiya konvedanê: Hebûna kurdan girêdayî berxwedana gerîla ye

Beşdarên çalakiya konvendanê ya li Dirbêsiyê gotin, hebûna gelê Kurd rasterast girêdayî berxwedana HPG`ê û bang li PDK`ê kir ku ji xeta xiyanetê vegere.

Beşdarên çalakiya konvedanê: Hebûna kurdan girêdayî berxwedana gerîla ye
20 gulan, 2022   11:08
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi beşdarbûna PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji bo piştevaniya berxwedan gerîla, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê  16'ê Gulanê çalakiya konvendanê li navçeya Dirbêsiyê da destpêkirin. Çalakî bi dirûşmeya "Rêya we rêya me û armanca we armanca me ye" hatiye lidarxistin. Beşdarên çalakiyê îşaret bi berxwedana HPG`ê û rola wê di parastina hebûna kurdan de kir, her wiha xiyanetê PDK`ê şermezar kir.

Foza Yûsif xiyanetê PDK`ê û beşdarbûna wê di êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk dewleteke dijmin, gazinc jê nayê kirin. Lê gazinc ji PDK`ê tê kirin ku partiyeke kurdî ye, xiyanetê gelê xwe dike û êrişî PKK`ê dike. Ev karekî ne mirovî ye."

Foza  Yûsif wiha domand: "Em diêşin dema em dibînin ku hêzên kurdî li Başûrê Kurdistanê êrişî birayên xwe HPG`ê yên ku gel û doza kurdî diparêzin dike. Em van êriş û xiyanetê şermezar dikin."

Foza Yûsif anî ziman ku berxwedana gerîla û berxwedana li Rojava hevdû temam dikin û bang li PDK`ê kir ku ji xeta xiyanetê vegere û got: "Kurd bira ne û dijmin yek e.''

Foza Yûsif di axaftina xwe de bang li gelê Kurd û partiyên siyasî kir ku di vê pêvajoya hesas de yekitiya xwe ava bikin û destkeftiyên ku bi saya xwîna zarokên kurdan hatine bidestxistin, biparêze.

Welatiyê bi navê Mihemed Xetîb Hiso jî beşdarbûna PDK`ê di êrişên artêşa Tirk ên ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kir û got ku ev yek komployeke navneteweyî li dijî gelê Kurd e ku bi destekayîna herêmî tê kirin.

Hiso da zanîn ku hebûna gelê Kurd rasterast girêdayî hebûna gerîla û wiha domand: '' Ji ber ku gerîla bi tena xwe û bi derfetên kêm şerê dijmin gelê Kurd di serî de dewleta Tirk kir. Divê gelên Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de piştgiriyê bidin gerîla."

Mihemed Xetîb Hiso got baweriya wî heye ku HPG`ê dê careke din li hember dewleta Tirk bi ser bikevin weke ku çawa di salên borî de li Heftanîn, Zap û Garê bi ser ket.

Her wiha Mehmûd Sîno jî bang li PDK`ê kir ku ji xeta xiyanetê vegere, li pey siyaset û planên dewleta Tirk neçe, li gelê xwe vegere û wiha axivî: "Divê PDK`ê li gelê Kurd vegere. Cihê wî bi dewleta Tirk re tune ye."

Sîno bang li civata navneteweyî û NATO`yê kir ku dawî li binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê bîne û wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk pêvajoya berjewendî û pêkanîna îradeya navneteweyî derbas kir û berê xwe daye gefxwarinan li dijî dewletên ku destekê dide wan."

Diyana El-Ebdullah  jî hêrsa xwe li hemberî xiyanetê PDK`ê anî ziman û got: "Em xiyanetê kurdan li birayê wî yên Kurd re şermezar dikin. Ev yek nayê qebûlkirin."

Diyana El-Ebdullah diyar kir ku ew ê bi hemû derfetan, çi madî be yan manewî be piştgiriya berxwedana gerîla bikin û got: "Em piştgiriyê didin kesên ku ji bo doz û mafên kurdan şer dikin."

(bx)

ANHA