​​​​​​​Michael Rubin: Projeya bicihkirinê ya Tirkiyê qirkirineke etnîkî ye

Lêkolîner û berpirsê berê yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Michael Rubin projeya bichikirinê ya Tirkiyê bi qirkirineke etnîkî bi nav kir, her wiha helwesta erebî û rojavayî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk rexne kir û got: "Heger carekê tenê li hemberî Erdogan rabin wê rastiya zilamê lawaz derkeve."

​​​​​​​Michael Rubin: Projeya bicihkirinê ya Tirkiyê qirkirineke etnîkî ye
20 gulan, 2022   04:27
NAVENDA NÛÇEYAN- GÎVARA ŞÊX NÛR

Destpêka vê mehê de serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ku welatê wî wê di bin navê "Vegera dildar a penaberên Sûriyê" de, milyonek penaberên Sûriyê vegerîne û wan li herêmên dagirkirî yên ku xelkên wê yên resen hatin koçberkirin, di avahiyên mêtîngeriyê yên ku hatine avakirin, bi cih bike.

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên guhertina demografiya herêmê dewam dike û bi desteka rêxistin û komeleyên xwedî îdeolojiya îxwanî, avahiyên mêtîngeriyê ava dike.

Dewleta Tirk dosyaya penaberên Sûriyê wekî kaxezeke zextê ya şantajê li dijî Ewropayê bi kar tîne.

'ERDOGAN DI ŞERÊ DEMOGRAFÎ DE PISPOR E'

Lêkolînerê amerîkî, li Enstîtuya Enterprise ya Amerîkayê (AEI) û berpirsê berê yê Wezareta Parastinê ya Amerîkî (Pentagon), Michael Rubin ji ANHA'yê re diyar kir ku Tirkiyê ji demeke dirêj ve şerê demografiyê dimeşîne û Erdogan di vê teknîkê de pispor e û got: "Em dikarin li ser vê mijarê mînakê bidin, çawa Tirkiyê penaberan wekî amûrekê ji bo şantajkirina Ewropa û tehdîdkirina wê bi kar tîne da ku tawîza jê bigire. Ji penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê re hate gotin an bi dilxwazî vegerin an hûnê ji birçîna bimirin. Tişta ku em îro dibînin qirkirineke etnîkî ye, mîna wî di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hate kirin dema ku Almanya zeviyên çandiniyê yên Ukraynayî bi navê Lebensraum da cotkarên Alman."

LI DIJÎ KURDAN NÎJADPEREST Û NEFRETEKE KÛR

Serokên Tirkiyê her tim nîjadperestî û cudahî li hemberî Kurd, Ereb, Ermen û Suryan pêk tîne. Pêşwazîkirina wê ya germ ji penaberên Sûriyê re ji bo pêkanîna armacnên AKP'ê bû ku piştre hejmareke mezin ji wan wekî çete şandin Bakurê Sûriyê, Qerebax û Lîbyayê û li aliyekî din wan wekî kaxezekê li dijî Ewropayê bi kar tîne.

Têkildar armancên Erdogan ji projeya guhertina demografî di vê demê de Rubin wiha anî ziman: "Nîjadperestî û nefreteke kûr a Erdogan li hemberî kurdan heye. Erdogan tirkekî nîjadperest e û amade bû ku kîna xwe ya li hember kurdan gorî bike, heke ew Kurd jî dev ji nasnameya xwe berdin û olê esas bigirin."

Michael Rubin bi bîr xist ku gelek Kurd misilman hene, lê Erdogan tengav e, gihiştiye astekê ku nikare her misilmanekî ku baweriya xwe Îxwan El-Muslimîn neyîne, qebûl bike.

Têkildarî asta girêdana di navbera dosayaya qewitandina penaberên Sûriyê û hilbijartinên Tirkiyê ku tê payîn sala 2023'an de werin lidarxistin, lêkolînerê amerîkî got: "Nêzîkatiyên Erdogan xwe dispêrin gelek sedeman, dibe ku beriya hilbijartinên 2023'an, qewitandina penaberan giranbûnekê di navbera gelek tirkan de çêbike.''

'ERDOGAN, BIDEN KESEKÎ LAWAZ DIBÎNE'

Lêkolînerê amerîkî lawazbûna helwesta Amerîkayê ya li hemberî kiryarên Tirkiyê rexne kir û wiha domand: "Erdogan Biden kesekî lawaz dibîne û hîs dike ku Biden dikare sozên xwe binpê bike li beramberî ku veto li hembreî beşdarbûna Siwêd û Filanadayê di NATO'yê de rake. Di çarçoveyeke berfireh de mijûlbûna rojavayî bi Ukrayna û Rûsyayê dihêle Erdogan bifikire ku ji cezayên ku pêk anîne, ji kuştinê, çi girêdayî kurdan be, an Ermen, bifite.

'HEGER ROJAVA CAREKÊ TENÊ LI HEMBERÎ ERDOGAN RABE WÊ RASTIYA ZILAMÊ LAWAZ XUYA BIBE`

Têkildarî helwesta rojava û cîhana ereban ji siyasetên Tirkiyê Ruben ev tişt got: "Rojavayî û cîhana erebî di famkirina Erdogan de bi bin ketin. Erdogan ji bo ku tawîzan werbigire helwestên tund digire, di heman demê de îdia dike ku wî tawîz dane, mîna van tawîzan her tim ji bo Erdogan serkeftin in. Pirî caran xwe dispêre xiyaneta li mafên kesên din ên li herêmê mîna Kurd, qibirisî û ermenan."

Lêkolîner û berpirsê berê yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Michael Rubin di dawiyê de bang li dewletên Ereb û rojavayî kir ku " Dev ji kerliqiya xwe bi Erdogan re  berdin. Ev tawîzên bi vî rengî wî teşwîq dike ku zêdetir kiryarên hovanetir pêk bîne. Heger carekê tenê rojavayî li hemberî Erdogan rabin dikarin rastiya zilamê lawaz ji cîhanê re eşkere bike."

ANHA