Peşmergeyekî berê: Bila rê bidin gel ku dijmin ji Başûr derxîne

Îsmaîl Elî Îsmaîl ku di sala 1992`an de tev li peşmergeyên PDK`ê bû û niha jî li Rojavayê Kurdistanê ye anî ziman ku Başûr bi baregehan  hatiye dagirkirin. Îsmaîl, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK`ê kir ku rê bidin gelê herêmê ku dagirkeran ji Başûr derxînin.

Peşmergeyekî berê: Bila rê bidin gel ku dijmin ji Başûr derxîne
20 gulan, 2022   01:56
QAMIŞLO – MURADA KENDA - EHMED SEMÎR

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin. Li dijî hemû teknîka pêşketî û hevkariya PDK`ê, gerîlayên azadiyê bi taktîkên serdema nû derbên mezin li leşkerên dewleta Tirk didin. Li her çar parçeyên Kurdistanê û kurdên diaspora bi rêzeçalakî û derxistina stranan xwedî li berxwedana gerîlayên azadiyê derdikevin. Gelek peşmergeyên berê yên PDK`ê jî li dijî êrişan xwedî helwest in. Yek ji wan peşmergeyê berê Îsmaîl Elî Îsmaîl e.

Îsmaîl Elî Îsmaîl ji Duhokê jidayik bûye. Malbata wî di encama êrişên Osmaniyan de neçarî koçberiyê bûne û berê xwe dane Başûrê Kurdistanê. Îsmaîl li Başûrê Kurdistanê xwendina Îslamî (Lêkolîna Îslamî) di sala 1988`an de xilas kiriye.  Di sala 1986`an de ji bo welatparezî, kurdiyatiya neteweyî tev li Partî Gel dibe. Cihê xwe di serhildana 1991`an a Başûrê Kurdistanê de jî c digre û rolek aktîf dilîze. Di sala 1992`an de di encama tevliheviya di navbera partiyên kurdî de, Partî Gel perçe dibe. Hin endamên partiyê tev li YNK`ê bûn hin jî tev li PDK bûn. Îsmaîl jî di sala 1992`an de tev li PDK`ê dibe. Heya sala 2003`an de di nav PDK`ê de dimîne û paşê dev jê berdide.

`BERJEWENDIYÊN KESAYETÎ LI PÊŞ BÛN`

Sedema dev jê berdana PDK`ê wiha dinirxîne: “Em jib o berjewendiyên gel û welatpareziyê tevlî bûbûn. Ji bo rizgarkirina gelê xwe ji zilm û zordariyê bi hestên paqij tevli bûn. Lê me dît ku berjewendiyên kesayetî li pêş in. Berjewendiyên netewî danîne aliyekî. Piştî wê ji xwe şerê birakûjî derket. Gel wê demê jî fêm kir ku ev şoreşên li Başûr çê bûne jib o kî û çi bûn. Wê demê perçebûna partiyan bi giştî li ser PDK`ê derket hole. Ewqas aloziyên derketin jî ji ber berjewendiyên kesayetî û malbatî bûn ku heya niha jî ev berdewam dike. Paşê min ev rastî hin zêdetir dît û di sala 2003`an de dev jê berda.”

DEV JÊ BERDA LÊ ZEXTA WAN BERDEWAM KIR

Îsmaîl dev ji PDK`ê berdide lê ji zexta wan jî xilas nabe. PDK`ê her çiqas xwest di aliyê aborî û kar de Îsmaîl bi aliyê xwe ve bikşîne, lê bi ser neket ku wî teklîfên wan qebûl nekiriye. Derbarê zexta PDK`ê yên li ser de Îsmaîl wiha dibêje: “Piştî min dev ji PDK`ê berda gelekî zext ji aliyê wan vê ser min de hat kirin. PDK`ê ji min re digot `an tê ji PDK`ê re be an jî tê li malê rûnê û tev li siyasetê nebe.”

4 SALIN DI NAV ERKA XWEPARASTINÊ DE YE

Di sala 2019`an de Îsmaîl berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û di nav şoreşê de di Erka Xweparastinê de cih digre. Îsmaîl sedema hatina xwe ya Rojava wiha vedibêje: “Dema ku DAIŞ êrişî Rojava kir me tehemûl nekir. Wekî erkekî welatparêzî di sala 2019`an de min berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Ev 4 salin di nav Erka Xweparastinê de cih digrim. Pêşketina ku di şoreşa Rojava de pêk hatiye gelekî cûda ye. Tu cara şoreşên kurdan ewqes seranserî cîhanê belav nebûye. Lê ger em hevgirtî nebin ne Rojava dimîne ne jî her 3 parçeyên Kurdistanê dimîne. Ne yekbûna me dibe sedema xurtkirina destê dijmin. Planên dagirkeran li ser Kurdistanê kûr û demdirêj in. Hêza me ya kurdan û gelên herêmê wê van plana têk bibe lê îxanet zererek mezintirîn bide me.”

`XWEDIYÊ AXA KURDISTANÊ GERÎLA NE, PDK MUHTACÎ WAN E`

Îsmaîl, balê dikşîne ser êriş û xiyaneta PDK`ê û tîne ser ziman ku di sala 1994`an de tenê 2 baregehên MÎT`ê li Başûrê Kurdistanê hebûn, lê niha bi dehan baregehên xwe çêkirine. Îsmaîl, diyar dike ku bi van baregehan Başûr hatiye dagirkirin û got: “Sedema wê jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Dibêje bila gerîla ji çiyayên Başûrê Kurdistanê derbikeve. Çima we dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi cih kir?  Tu çima destê xwe dide tirkan û tirkan ji Başûrê Kurdistanê dernaxîne? Dijmine serekê dewleta Tirk e. Erdogan difikire neteweya Kurd cardin tune bike. Xwediya axa Kurdistanê gerîla ne, ne dewleta Tirk e. Divê PDK`ê mûhtacî gerîla be ku şoreşê dike. Kê xwe gihand hawara gelê Şengalê, Kerkûkê û Rojava? Gerîla bû. Hûn li kû derê bûn? Hûn reviyan. Gerîla di şoreşa 1991`an de jî amade bû. Gerîla tu carî li dijî Başûr û PDK`ê şer nekiriye tene xwe diparêze.”

`DESKEFTIYAN BIPAREZE NE FIROŞÊ`

Îsmaîl, da zanîn ku divê hemû partiyên li Başûrê Kurdistanê li dijî  PDK`ê derbikevin û got: “Dijmin dixwaze di navbera PDK û gerîla de şer derbixîne. Destkeftiyên vê şoreşa ku gerîla û birdoziya Rêber Abdullah Ocalan bi serxistiye cîhan giştî jê bandor bûye. Bila PDK`ê jî tev li vê şoreşê bibe, destkeftiyan biparêze, ne ku bifiroşê. Yên ku bi dijmin re alîkar be wê winda bibe. Xiyanet tu carî bi sernakeve û jibîr nabe. Wê heya dawî di nav çavan de bimîne. Bêdengiya parlementoya hikûmeta Başûrê Kurdistanê sûcdar dibînim. Ew parlamento ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd hatiye avakirin. Rola PDK`ê diyar e, çima partiyên din ji vê dagirkeriyê re bêdeng dimînin? YNK, Goran, Newey Nû, Sosyalîst bi giştî dest bidin hev û bibêjin PDK`ê tu xayînî û qebûl nekin. Şoreşa kurdan wekî keştiyekê li ser avê ye. Yan em ê biserbikevin yan jî em ê  ber avê herin.”  

 `HÛN NIKARIN NA XWE RÊ BIDIN GEL`

Îsmaîl bal kişand ser metirsiya planên dewleta Tirk û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger planên Osmaniya nû pêk werin wê hebûna PDK`ê jî nemîne. Erka sereke ye ku hikûmeta Başûrê Kurdistan û PDK`ê destê dijmin berdin û alîkariya wê neke. Ger ew nikarin bila rê bidin gel ku bila ew dijmin ji Başûr derbixînin. Gel bi çendîn sala dixwazê çirûskek ji bo gelê Kurd vêkeve. Lê ev xiyanet wê çirûskê vedimirîne. Ji dijmin re êdî bes e. Ne PDK'ê û ne jî dijmin wê bi ser nekevin.”

ANHA