Rojnameyên erebî: Di kemîna DAIŞ`ê de gelek leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî encamên kemîna DAIŞ`ê ya li çolistana Sûriyê, xitimîna siyasî ya li Iraqê û hilbijartinên Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Di kemîna DAIŞ`ê de gelek leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
20 gulan, 2022   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN

`DI ÊRIŞA DAIŞ`Ê DE GELEK LEŞKERÊN HIKUMETA ŞAMÊ HATIN KUŞTIN`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Duh di kemîneke DAIŞ`ê ya li rojhilatê Humsê de gelek endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. Li aliyekî din hêzên rejîmê, milîsên Îranê û yên xwecih, hemleyeke lêgerînê li çolistana Sûriyê ragihand. Komên çekdar ên opozîsyonê jî bendeke hêzên hikumeta Şamê li rojavayê Sûriyê kir hedef. Di encamê de gelek endamên hêzên hikumetê hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî çalakvanan, di kemîna DAIŞ`ê de 5 endamên hikumeta Şamê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. Piştî wê, tevgera balafiran li herêmê zêde bû û gelek cihên ku DAIŞ`ê xwe lê vedişart li rojhilatê Humsê, kirin hedef.”

`KESÊN SERBIXWE LI IRAQÊ TEVÎ HIŞYARIYAN LÊ SEDAMA PARÇEBÛNA XWE`

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Iraqê de wiha nivisî: “Kesên serbixwe ji ber nakokiya di navbera aliyên siyasî de, ji hev parçe dibin. Ev yek bandorê li rewşa wan dike û bi provokasyonan re rû bi rû dihêle.

Gelek hêzên siyasî, di nav de YNK, kesên serbixwe hişyar kiribûn ku nakokiya li ser desthilatê bi kar neyne lê wan ev hişyarî paşguh kir û di encamê de her ku çû parçe bûn mîna bi serê Tevgera Imtîdad de hatiye.”

`LUBNAN DI DIYARKIRINA PARLAMENTOYA NÛ DE BI ASTENGIYÊN CIDÎ RE RÛ BI RÛ YE`

Têkildarî rewşa li Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Piştî bidawîbûna hemleyên hilbijartinên parlamentoyê û derketina encamên wê, hîna rewş ne zelal e, bi taybet li gel ku dê parlamento di 22`yê Gulanê de dest bi erka xwe bike, serokê parlamento û desteya nivîsgehê wê hilbijêre. Serokê meclisê yê ji 1992`yan ve li ser vê erkê ye Nebîh Berî cara yekemîn bi astengiyeke mezin re rû bi rû ye, ji ber hebûna blokeke hevseng ku naxwaze careke din ew were hilbijartin. Berî ji ber parvekirina taîfî ya her sê serokatiyan tu hevrikek li pêşiya xwe nedît. Lê astengiya herî mezin li pêşiya parlamentoyê derketiye, diyarkirina kesayetekê ji bo avakirina hikumeta nû ye.

Tevî wê jî, pêşbinî hene ku pêvajoya demkî ya hikumeta Necîb Mîqatî dirêj bike, ji ber metirsiyên neavakirina hikumeta nû di demeke kin de.”

(şx)