​​​​​​​Bi şahiyekê 3 pirtûk hatin îmzekirin

Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Hesekê şahiya îmzekirina 3 pirtûk li dar xist.

​​​​​​​Bi şahiyekê 3 pirtûk hatin îmzekirin
19 gulan, 2022   20:44
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Hesekê şahiya îmzekirina 3 pirtûkan ên nivîskar Hozan Girgundî, Ehmed Ebdulreûf û Fatima Ehmed li parka Xwendinê li dar xist.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê Ehmed Ezher axivî, bal kişand ser rola nivîskaran di avakirina rewşeke çandî û belavkirina çandina xwendinê .

Her wiha anî ziman ku ew ê xebatên xwe ji bo xizmeta civakê û şoreşa Rojava dewam bikin.

Ezher anî ziman ku nivîskarên ji Serêkaniya dagirkirî li ser êş û azarên koşberan nivisandin.

Helbestvan û rexnegirê wêjeyî Ebdulwehab Pîranî behsa navaroka pirtûkan  û nirxên wan ên wêjeyî kir.

Di şahiyê de helbestvan Luqnan Ebdurehman, Îsamîl Hisin û Ridwan Yûisf helbest xwendin.

Piştre pirtûk hatin îmzekirin. Şahî bi stranên hunermend Mahsûm Şikakî bi dawî bû.

ANHA