​​​​​​​Dewleta Tirk bi lavayên xwe qubedetiya xwe dinixumîne- HALÎL CEMAL

​​​​​​​Dewleta Tirk bi lavayên xwe qubedetiya xwe dinixumîne- HALÎL CEMAL
20 gulan, 2022   00:25

Ji bo faşîzmê gelek pênase hatine kirin. Mirov dikare diyar bike ku cewhera hemû pênaseyan, dîktatoriya herî namerdane û xwîndar a kapîtalîzmê ye.

Dîktatoriyên faşîst mafên xwezayî yê kesan, mafên neteweyekê yên ji ber netewebûyînê û mafên hemû gel an jî civakan înkar dikin ku nehêlin xwe bi awayekî kollektîf di warê aborî û siyasî de bi rêxistin bikin. Ji bo pêşî li bikaranîna van mafan bigire, polîtîkayên dermirovî dimeşîne. Bi kurtasî, faşîzm di heman demê de tê wateya dijminatiya li hemû nirxên mirovahiyê ku cîhana îro dixwaze bi rengekî gerdûnî bên bikaranîn.

'DIJMINÊ TE, DIJMINÊ MIN, DIJMINÊ MIROVÊN RAMYAR'

Li Tirkiyê îro ev şêwaza faşîzmê heye û ev faşîzm ne tenê li dijî Kurdan, her wiha li dijî hemû derdorên xwedî li nirxên mirovahiyê derdikevin, her roj êrişên bêperwa dike. Ji bo kûrkirina qirkirinê li hemû parçeyên Kurdistanê êrişeke dijwar dike, pê re jî bere xwe dide kes an jî aliyên Tirk ên ne faşîst. Êrişî hunermendan dike û gefan li karsazan dixwe û wan digire. Naziyan jî wisa kiribû. Hedefên bi tene hiştin û hemû aliyên ku ne li gorî dilê wan bûn, bi kuştinên komî tune kirin an jî teslîm girtin. Mîna ku helbestvan dibêje faşîzm "Dijminê te, dijminê min, dijminê mirovên ramyar... dijminê vî welatî." Ji ber vê yekê jî bi dirûşma "Bê deng nebe! Heta ku hûn bê deng bî dê dor were te" bang li civakan hate kirin ku li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.

KÎ BÊ DENG BE DÊ DOR WERÊ

Faşîzm ne tenê li qadên xwe yên serweriyê, her wiha li dijî hêzên ne polîtîk jî, heta cîranên xwe yên herî dûr jî dijminatiyê dike. Ji ber vê yekê, heke dîktatoriyeke faşîst li nava sînorên dewletekê bê bicihkirin, ne tenê mirovên li nava wan sînoran, cîhan jî bi gefan re rû bi rû dibe. Ji ber vê yekê, li cîhanê kî bê deng be yan jî faşîzmê teşwîq bike, dê rojekê dor were wan jî.

BELAYEKE NÛ LI SERÊ CÎHANÊ; DÎKTATOR ERDOGAN

Hemû dîktatoriyên faşîst, bi taybetî dîktatoriyên faşîst ên Şerê Cîhanê yê Duyemîn, bê guman gef li mirovahiyê xwarine. Îngilîzan bi Peyamana Munchenê destek dabû naziyan û tehmîn kiribû ku bi vê yekê dê berê Hîtler bidin Yekitiya Sovyetê. Lê dema ku balafirên naziyan jî dest bi bombebarankirina Îngilîzan jî kir, pê hesiyan ku rewş ne li gorî pêşbiniyên wan e û li dijî faşîzmê neçar ma ku xwe bi Sovyetan re bike hevalbend.

Niha jî dîktatoriyeke faşîst a nû bi alîkariya NATO'yê ku Îngilîz jî di nav de ne, di şexsê desthilata faşîst a AKP/MHP'ê de li serê cîhanê dibe bela. Ji vê re dîktatoriya faşîst a AKP/MHP'ê tê gotin. Navê dîktator jî R.T. Erdogan e.

ÊRIŞKAREKÎ KU DI ŞEXSÊ KURDAN DE ÊRIŞÎ MIROVAHIYÊ DIKE

Ev dîktatorî tenê bi gefên li welatên cîran re sînordar ku Kurdan dike hincet, gefê li Ewropayê jî dixwe. DAIŞ'ê bi  kar tîne, penaberan bi kar tîne, bazirganiya narkotîkê ji bo vê yekê dike. Ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve bêyî ku li gorî qanûnên dewletan, peymanên navneteweyî, Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan tev bigere û bêyî ku dudil be, li dijî van saziyan sûc dike û di şexsê Kurdan de êrişî mirovahiyê dike.

Ev dîktatoriya faşîst herî dawî ji şerê Ukrayna-Rûsyayê sûd wergirt ku gefê li NATO'yê bixwe ku piştgira sereke ya dîktatoriya faşîst a AKP/MHP'ê ye.

SERLÊDANA FÎNLANDIYA Û SWÊDÊ YA JI BO ENDAMTIYA NATO'YÊ

Hewl dide peymaneke mîna Peymana Munchenê ku Hîtler li dijî Çekoslovakyayê çêkir, li dijî Kurdan kir pêk bîne.

Ev yek di nîqaşên li ser serlêdana Fînlandiya û Swêdê ya ji bo endamtiya NATO'yê de diyar dibe.

Ji bo qebûlkirina endamtiyê erêkirina hemû endaman lazim e. Heke endamek veto bike, dewleta serlêdanê dike, nikare bibe endam. Di vê rewşê de her endamek dikare berfirehbûna NATO'yê ji bo berjewendiyên xwe asteng bike. Niha jî dewleta Tirk a faşîst îdia dike ku bi heman helwestê dikare vî mafî li dijî serlêdana Fînlandiya û Swêdê bi kar bîne.

Dewleta Tirk a faşîst, di navbera salên 1974-1980'yî de dema Yewnanistanê serlêdan li NATO'yê kir, bi heman rengî asteng kir. Ji bo vê jî Yewnanistanê 6 salan nekarî bikeve NATO'yê. Niha dîktatorê faşîst RT Erdogan, dîktatorê faşîst Kenan Evren rexne dike ku ev astengî li pêşiya Yewnanistanê rakiriye. Bi astengkirina Swêd û Fînlandiyayê ketina nava NATO'yê re dibêje "Em ê careke din heman şaşiyê nekin."

Mijara endametiya Swêd û Fînlandiyayê di NATO'yê de, ku dê di civîna lîderên NATO'yê ya 29-30'ê Hezîranê de biryara wê were dayîn, çima ji bo Tirkiyeya faşîst ew çend girîng e? An jî çima ev qas dibe meseleyeke mezin?

JI ÊRIŞ Û DAGIRKERIYÊ DI SERÎ DE NATO BERPIRSYAR E

Dema mijar NATO be, em qala rêxistineke ku di warê mirovahiyê de paşxaneyeke xwe ya paqij nîn e, dikin. Ji ber vê yekê nabe ku endametiya Swêd û Fînlandiyayê li NATO'yê pêşketineke erênî be. Ya ku dîktatorê faşîst Erdogan kiriye projeyeke ku bûye bela serê gelên herêmê û cîhanê, NATO ye. Îro tişta ku li Başûrê Kurdistanê, li Şengalê diqewime, di serî de NATO jê berpirsyar e. Ya ku dîktatoriyên faşîst li dijî hêzên azadî û demokrasiyê yên li gelek deverên cîhanê xistin dewrê, NATO ye. NATO  hêza sereke ya li pişt rêxistinên wekî Daîreyên Şerê Taybet û Gladyoyê ye ku hê jî li gelek welatan hene. Bi van taybetmendiyên xwe NATO'yê ji dema avabûna xwe ve gelek sûcên li dijî mirovahiyê û gelek darbe kirine. Ji bo mirovahiyê cihê şermê ye ku hîna rêxistineke bi vî rengî heye. Ji ber vê yekê, ji holê rakirina rêxistineke bi vî rengî divê were nîqaşkirin, ne berfirehbûna wê.

HEBÛNA ÇETEYAN JI EFRÎNÊ HETA UKRAYNAYÊ NE LI DERVEYÎ ÇARÇOVEYA NATO'YÊ YE

Rewş ji bo Kurdan zêde ne cuda ye. Eger Kurd hê jî neçar in li hember qirkirinê têkoşîna man û nemanê dimeşînin, ev yek ji ber NATO'yê ye. Li pişt hemû trajediyên mirovahiyê yên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî NATO heye. Tu kes nikare îdia bike ku êrişên qirkirinê yên îro ji aliyê dîktatoriya faşîst ve li Bakurê Kurdistanê tên kirin, li derveyî erêkirina NATO'yê ne. Hebûna çeteyên bi pêşengiya Tirkiyê li Lîbya, Qafkasya û Ukraynayê nabe ku wek kiryareke li derveyî çarçoveya NATO'yê bê dîtin.

Belê, îro NATO ku hîmê bingehîn ê dewleta Tirk a faşîst û desthilata faşîst a AKP/MHP'ê ye, weke rojeva bingehîn li pêş me ye.

ÎDIAYÊN DESTHILATA FAŞÎST A AKP/MHP'Ê

Berdevkên hikumeta AKP/MHP'ê ya faşîst îdia dikin ku ew endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya li nava NATO'yê wek 'mijara ewlekariya neteweyî' dibînin. Ev rewşa ku gefê li ewlekariya neteweyî dixwe çi ye? Kurd! Şefê faşîst Erdogan bi xwe jî ev yek bi rengekî vekirî raxistiye pêş çavan. Got “Terorîst li wir hene” û îşaret bi Amîneh Kakabaveh a endama Parlamentoya Swêdê kir ku bi xwe jî Kurdeke ji Rojhilat e. Lê belê ew parlamentera jin bi tenê Kurd e. Lê belê li dijî qirkirinên dewleta Tirk a faşîst jî û ne PKK ye ku ew wek parlamenter şand parlamentoya Swêdê, lê hemwelatiyên Kurd an jî etnîkên din ên swêdî ne ku deng dane wê. Vê jî têrê nekir. Got "Ambargoya çekan li ser me ferz dikin", dîsa got "Bi YPG'ê re dan û standinan dikin", "Piştgiriyê didin wan”.

A rast bi van gotinan desthilata faşîst a AKP/MHP'ê ne tenê li dijî PKK'ê li dijî Kurdan jî helwesta xwe nîşan daye. Yanî got "Ez ê Kurdan ji dîrokê tune bikim. " Û di vî warî de destekeke bêsînor xwest. Mesele tev di perspektîfa vê desthilata faşîst a li hemberî Kurdan de hatiye kifşkirin. Hebûna Kurdan ji bo wan wek gefekê tê dîtin. Ji bo vê jî dema ku rêber Apo ev siyaseta dijmin danî pêş, di derî de qala "parastina hebûna xwe" kir.

Li aliyê din, Kurdan di tevahiya dîrokê de tu carî gef li tu gelî nexwarine. Ji ber ku hevkarî û xiyaneta ku di seranserê dîrokê de pêk hatiye û niha di şexsê PDK'ê de pêk tê, tenê li ser ewlehiya xwe metirsiyek çêkiriye lê PKK û Kurdên Apocî hewl didin vê gefê ji holê rakin da ku hemû gelên herêmê di nava ewlehiyê de bijîn.

Dema mijar YPG be, hema hema hemû welatên endamên NATO'yê mîna dewleta Tirk a faşîst nafikirin. Heta dewletên mîna Brîtanya û Almanya yên li pişt êrişên qirkirinê yên li ser Kurdan jî, mîna dewleta Tirk a faşîst nafikirin. Baş e çima Fînlandiya û Swêd di mijara NATO'yê de dikevin rojevê?

LI GORÎ WAN DIVÊ KURD TUNE NEBIN LÊ AZAD JÎ NEBIN

Ya yekemîn perspektîfa li ser Kurdan e. Lê Swêd û Fînlandiya ne alîgirê azadiya Kurdan in. Cudahiya di navbera wan û Komara Tirk de, windakirina Kurdan di dîrokê de ye. Yanî li gorî wan divê Kurd azad nebin, lê divê ji dîrokê neyên jêbirin. Dewletên dagirker ên herêmê divê her tim bi pirsgirêka Kurd re mijûl bibin. Heke em bala xwe bidinê, rayedarên hikumetê yên her du welatan gotiye 'PKK terorîst e'. Gotin ku di vê mijarê de wek dewleta Tirk a faşîst difikirin. Her tim nîşan dane ku di şerê li dijî PKK'ê de li aliyê dewleta Tirk a faşîst in. Divê neyê jibîrkirin ku kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme paşxaneya tevlêkirina PKK'ê ya di lîsteya terorê de bû. Dadgeha Swêdê her çendî ji bo kuştina Olof Palme got 'PKK'ê nekir'' jî di helwesta dewleta Swêdê ya li dijî PKK'ê de tu guherîn çênebû.  

Tevî van hemû rastiyan jî, rastiya israra desthilata faşîst a AKP/MHP'ê çi ye?

DEWLETA TIRK NATO'YÊ TEHDÎT DIKE

Rûsya li dijî endamtiya NATO'yê ya Fînlandiya û Swêdê ye. Vê yekê ji bo ewlekariya xwe wek gefekê dibîne. Ev mijara ewlekariyê wek sedema şerê Ukraynayê nîşan da.

Dewleta Tirk a faşîst dixwaze bi gotina xwe ya alîgiriya Rûsyayê bi NATO'yê re bazaran bike. Anku gefê li NATO'yê dixwe. Dixwaze bibêje “Heke tu tişta ku ez dibêjim nakî, ez ê bi Rûsyayê re helwestekê nîşan bidim.” Dikare vê bike? Na! Ji ber ku NATO çi dibêje dê ev be. Ger geşedanên cuda çênebin dê Swêd û Fînlandiya bibin endamên NATO'yê.

JI BO DERBASKIRINA REWŞA HEYÎ HEWCEDARÎ AJANDAYEKE NÛ YE

Niha Tirkiye ji aliyê aborî û siyasî ve di nava krîzeke giran de ye. Piştgiriya desthilata faşîst kêm dibe. Û hilbijartin nêz dibin. Ji bo vê jî ji bo derbaskirina rewşa heyî rojeveke wiha hewce ye. Bakurê Kurdistanê û saziyên wê yên siyasî ji aliyekî ve rastî qirkirinê tên, li aliyê din jî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê di bin êrişên giran de ne. Dixwazin Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bikin û destkeftiyên Kurdan bi temamî ji holê rakin. Li dijî vê jî berxwedanek heye. Encamên ku dixwest li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê bi dest nexist û ji bo vehewandina milyonek sûriyan li herêmên dagirkeriyê, pêwîstî bi destekeke cidî ya aborî-siyasî heye. Pirsgirêka rojhilatê Deryaya Spî çareser nebûye. Dixwaze li hemberî Yewnanistanê bêhtir xurt bibe.

Û ya herî girîng jî bi awayekî leşkerî hêza bejahî hema bêje daketiye sifirê. Hêza bejahî ya TSK'ê li dijî gerîla derbên giran dixwe. Yanî serdema ‘Aslan Mehmetçîk’ qediyaye. Ji ber vê yekê, pêwîstî bi wesayîtên êrişa hewayî û amûrên êrişê-parastinê yên mîna topên dûravêj an jî topên ji dûr ve tên kontrolkirin, bi fuze û tankan heye.

JI BO VEŞARTINA LAVAYAN QUBEDETIYÊ DIKIN

Ji bo vê jî Swêd dixwaze sînordarkirina çekan a li ser hin waran rake û bi taybetî balafirên şer ên F16 ên DYA'yê. Yanî li hember serkeftina Kurdên Apocî û meşa wan a ber bi azadiyê ve, bi gotina 'Eger hûn destekê nedin min dê Kurd azad bibin' alîkariyê dixwazin. Ji bo vê jî, ji bo veşartina lavayên xwe, qubedetiyê dikin.  Serokkomarê Fînlandiyayê ku têra xwe hay ji vê rastiyê nîn e, li ser nêzîkatiyên dîktatorê faşîst Erdogan got "Ya rast, serê min hinekî tevlihev e...”.

TEVÎ HER TIŞTÎ JÎ AZADÎ DÊ BI SER BIKEVE

Rastiyek heye ku ev hemû pêşketin derdixin holê. Ev polîtîkayên hêzên antî Kurd ên herêmê, bi taybetî jî Tirkiya faşîst a mêtinger dê tu carî sûdê nede wan. Berevajî, pirsgirêkên wan dê kûrtir bibin û bibin sedema gendeliyê. Divê bê zanîn ku ewlehiya herêmê girêdayî azadiya Kurdan e. Dîrokê ev yek bi dem û dewraneke rast îspat kiriye. Sekreterê giştî yê NATO'yê got "Divê fikarên ewlekariyê yên hevalbendan li ber çavan bên girtin." Bersiva Kurdan û gelên herêmê dê ew be ku rêya ewlekariyê girêdayî yekitiya azad a gelan dibe. Faşîzm dê tu carî nikare pêşî li yekitiyeke bi vî rengî bigire. Li gel hemû destek û xefletên ajandayê yên muxalîf an jî xayinên li ber faşîzmê disekinin jî, dê azadî bi ser bikeve.