Li Kampa Holê cenazeyê jinekê hate dîtin

Li kampa Holê cenazeyê jinekê di kanalîzasyonê de hate dîtin.

Li Kampa Holê cenazeyê jinekê hate dîtin
19 gulan, 2022   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kampa Holê ragihand, "Rêxistina  Blomont agahî da me ku karkerên paqijiyê li beşê 5'an ê kampê cenazeyê jinekê di kanalîzasyonê de dîtine."

Li gorî hêzên ewlekariyê, jin bi guleyekê di serê xwe de hatibû qetilkirin. Cenazeyê wê ji bo Navenda Heyva Sor a li kampê hate şandin.

Kampa Holê ji kampên her xeter li cîhanê ne, hejmarek mezin a malbatên çeteyên DAIŞ'ê û koçberên sûrî û penaberên ji Iraqê lê hatine bicihkirin.

ANHA