Balafirên Rûsya û hikumeta Şamê nuqteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsya û yên hikumeta Şamê di 24’ê saetên borî de bi zêdetirî 55 derbeyan herêmên beyarê yên çeteyên DAIŞ’ê lê belav bûne, bombebaran kirin. Li gorî agahiyên misoger kuştî hene.

Balafirên Rûsya û hikumeta Şamê nuqteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin
19 gulan, 2022   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku di 24 saetên dawî de balafirên şer ên Rûsya û balafirên şer ên hikumeta Şamê bi dijwarî herêmên beyarê ku çeteyên DAIŞ’ê lê belav bûne, bombebaran kirin. Balafiran bi zêdetirî 55 derbeyan beyara Asriya ya Hema, beyarên Resafe û Medan ên Reqa û beyara rojhilatê Humisê bombebaran kirin. Di encamê de kuştî çêbûn.

Bi wê re, ji destpêka vê Gulanê ve balafirên Rûsyayê bi nêzî 290 derbe li herêmên beyarê ku tê de çeteyên DAIŞ’ê hene, bomberan kirin.

(fr)