Rojnameyên erebî: Encamên hilbijartinên Lubnanê nexşeya hevbendiyan zehmettir dike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa encamên hilbijartinên parlamentoyê yên Lubnanê, nakokiya di navbera hikumetên Başaxa û El-Debîbe de û rewşa Tûnisê kir.

Rojnameyên erebî: Encamên hilbijartinên Lubnanê nexşeya hevbendiyan zehmettir dike
19 gulan, 2022   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

GUHARTINA HEVSENGIYÊN HÊZAN, NEXŞEYA HEVBENDIYAN ZEHMETTIR DIKE

Der barê hilbijartinên Lubnanê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Encamên hilbijartinên parlamentoyê yên Lubnanê bandor li hevsengiyên hêzên siyasî yên li welat kir. Bi wê re Hizbullah û hevalbendên wê gelek deng ji dest da. Wê jî nexşeya hevbendiyan zehmettir kir û bandor li avakirina hikumetê û hilbijartina serokên parlamento û komarê kir."

Piştî ku hevsengiyên hêzan di navbera du aliyan de sînordar mabû, êdî di navbera 3 aliyan an zêdetir de ye.

Li gorî encamên fermî yên hilbijartinan, hejmara kursiyên Hizbullah û Şepêla Nîştimanî ya Azad û hevalbendên wan ji 71`an bû 60. 68 kursiyên mayî jî li ser hêzên din ku hinek ji wan serbixwe ne hatin belavkirin.

Ligel hebûna 3 blokên sereke û parlamanterên serbixwe, êdî parlamanto ne di destê tîmeke siyasî de ye, lê belê giranî li gelek aliyan belav bûye.

Parlamanto ji 128 parlamanteran pêk tê û kursiyên wî bi vî rengî hatine belavkirin: 28 Şîe, 8 Durz, 34 Mewarna, 14 Ortodoks,8 Katolîk, 5 Ermen, 2 Elewî, kursiyek jî ji bo hindikahiyên Xiristiyan.

Şîrovekarê siyasî Qasim Qesîr got, heta niha rengê hevbendiyên di parlamantoya nû de xuya nekiriye, ji ber ku komeke blokên ne rûniştandî hene.

Qesîr destnîşan kir ku di parlamantoya nû de gelek hevbendî hene, ji lewre lihevkirin an nakokî dê ne li gorî projeyeke siyasî ya yekbûyî be, lê belê dê li gorî dosyayan be.”

BAŞAXA JI SERTÊ DEST BI KAR DIKE Û EL-DEBÎBE GUHARTINÊN LEŞKERÎ PÊK TÎNE

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Serokê Hikumeta Yekbûyî ya Lîbyayê ya demkî Ebdulhemîd El-Debîbe teqez kir ku wê erka xwe wek garantiya yekane a gelê Lîbyayê ji bo lidarxistina hilbijartinan, berdewam bike. Serokê Hikumeta Istiqrarê Fethî Başaxa jî got ew ê ji Sertê de dest bi kar bike."

Li aliyê din çavkaniyên xwecihî behsa berdewamkirina sewqiyatên leşkerî ya milîsên çekdar li herêmên cuda yên paytext Terablusê kir.”

TÛNIS.. KOMARA SÊYEMÎN PÊŞBIRKA BI DEMÊ RE YE

Girêdayî rewşa Tûnisê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Tûnis ji bo diyarkirina hilbijartinan û referandûma gel ji bo destûra giştî di 25`ê Tîrmehê de û hilbijartinên parlamentoya di 17’ê Kanûnê de, di nava pêşbirka bi demê re ye. Serokê Tûnisê Qeys Seîd jî pişta xwe bi gel germ dike ku ew ê projeya xwe ya siyasî ya bi armanca damezrandina komara sêyemîn pêk bîne."

(fr)