​​​​​​​Salvegera vekirina Dîcle FM hate pîrozkirin

Bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina radyoya Dîcle şahî li navenda Çand û Hunerê ya Dîcle li Dêrikê hat lidarxistin.

​​​​​​​Salvegera vekirina Dîcle FM hate pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera vekirina Dîcle FM hate pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera vekirina Dîcle FM hate pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera vekirina Dîcle FM hate pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera vekirina Dîcle FM hate pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera vekirina Dîcle FM hate pîrozkirin
18 gulan, 2022   17:42
QAMIŞLO

Dîcle FM di 18'ê Gulana 2021'an dest bi weşana xwe kir. Xebatkarên radyoya Dîcle bi beşdariya şêniyan salvegera yekemîn a damezirandina radyoyê pîroz kir.

Nûnerên saziyên sivîl, Kongra Star, endamên Çand û Hunerê, Koma Cûdî û hejmarek ji şêniyan di şahiyê de amade bûn.

Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberê Dîcle FM Melevan Resûl axivî, salvager vekirina radyoayê li xebatkarên wê û şêniyan pîroz kir.

Her wiha nivîskar û rojnamevan Diyar Botî behsa rola çapemeniyê bi giştî û çapemeniya kurdî bi taybetî ya li çar parçeyên Kurdistanê û zehmetiyên ku ji aliyê dewletên faşîst ve li pêş wê tên danîn de, kir.

Botî li ser girîngiya radyoyê û rola wê ya çalak di civakê de t got: "Tevî pêşketina teknelojî jî, lê radyo xwedî teybetmendiyeke cuda ye bi rêya rola wê ya çalak di civakê de."

Şahî bi gerandina govend û dîlanê li ber stranên Koma Cûdî ya Çand û Hunerê dom kir.

ANHA