Qedexeya hevdîtina bi rêber Ocalan re hate şermezarkirin

Meclisa navçeya Dirbêsiyê qedexkirina hedîtina 6 mehan a bi rêber Ocalan re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze têkiliya di navber gel û rêber Ocalan de qut bike.

 Qedexeya hevdîtina bi rêber Ocalan re hate şermezarkirin
18 gulan, 2022   15:50
HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina biryara dewleta Tirk a dagirker a qedexekirina hevdîtina 6 mehan a bi rêber Ocalan re, Meclisa navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên meclisê û saziyên sivîl li ber konê çalakiyê yê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yê li ser ber sînorê Bakur û Rojava hatiye danîna hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ji 23 salan ve li ser rêber Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin. Dewleta Tirk di siyasetên xwe yên kuştin û koçberkirinê de taybet li hember kurdan berdewam e, hemû qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike, di şexsê rêber Ocalan de dîrok mîrate û şaristaniya gelên Mezopotamyayê dike hedef."

Di daxuyaniyê de ku endama Meclisa navçeya Dirbêsiyê Jiyan Silêman xwend ev tişt jî hat gotin:"Piştî 50 salî ji têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê û fedekariya bi dehhezan şehîdan li ser rêya azadî û rûmetê û jiyana hevbeş û biratiya gelan, di bin sîwana fikir û felsefeya rêber Ocalan de, dagirkeriyên Kurdistanê û kapîtalîst hevalbendên komploya li ser rêber Ocalan in, tecrubeyên demokrasiyê û jiyana hevbeş ên her projeyeke siyasî demokratîk ku xwe dispêre cewher û felsefeya rêbertî têk dibin, li hember wê artêş û komên terorîst ji seranserî cîhanê bi kar tîne."

Di daxuyaniyê de de hate diyarkirin ku dewletaTirk a dagirker bi girankirina tecrîdê dixwaze têkiliyên di navbera gel û rêber Ocalan de qut bike, mafên mirovî û qanûnî bi rêya qedexekirina hevdîtina malbat û parêzan bin pê dike.

Meclisa navçeya Dirbêsiyê komploya li ser rêber Ocalan û tevahî Kurdistanê şermezar kir û bang li rêxsitinên hiqûqî û mirovî ku destwerdan bikin û dawî li tecrîda li ser rêber Ocalan bînin û rêber Ocalan fîzîkî azad bikin.

(şt)

ANHA