Şandeyek ji koçberên Serêkaniyê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya

Şandeyek ji Komîteya Koçberan a Serêkaniyê serdana navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Reqayê kir. Di serdanê de rewşa koçberan û polîtîkeyên guhertina demografî ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, hatin nîqaşkirin.

Şandeyek ji koçberên Serêkaniyê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya
18 gulan, 2022   15:19
REQA

Şande ji aliyê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Mehbaş û Bêrîvan Xalid ve hate pêşwazîkirin. Di civînê de zehmetiyên ku di aliyê civakî, xizmetguzarî her wiha siyasî de rastî koçberan tên hate nîqaşkirin.

Komîteyê behsa  bicihkirin û koçberkirina ku ji aliyê dewleta Tirk ve li herêmên wan têne kirin kir her wiha teqez kir ku armanc ji vê yekê ku guhertina demografî mezin li dijî gelê Sûriyê pêk bîne.

Endamên komîteyê di axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca komîteyê belgekirina sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, binpêkirinên li dijî gelên herêmê her wiha destekdayîna ji wan re, nêrîna wan a siyasî li herêmê hebe, dengê koçberan bighêje rêxistinên hiqûqî û di serî de NY`yê.

Her wiha şandeyê serdana Nivîsgeha Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Tenduristiyê kir. Komîteyê bang kir ku xizmet û alîkarî bi awayekî baştir bide koçberan û rêxistinên li herêmê ber bi destekdayîna koçberan ve bişîne.

Di vê der barê de Berdevkê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê Mehmûd Cemîl wiha axivî: "Armanc ji vê serdanê bi Rêveberiya Xweser û desteyên wê re koordîne were kirin da ku xebatê komîteyê û rewşa koçberên li herêmê nas bike, bi wan re bixebite, dagirkeriya Tirk li herêmê bi dawî bike û vegera ewle ji koçberan re peyda bike."

Cemîl wiha domand: "Me bi Desteya Karûbarên Civakî re rewşa jiyanî û civakî ya koçberan re her wiha rewşên qanûnî yên girêdayî koçberan, nîqaş kir."

Mehmûd Cemîl di dawiyê de got, civîn erênî bû û rêveberiya Xweser soz da ku bi awayekî mezintir dê destekê bidin koçberan.

(bx)

ANHA