Jinên Reqayê bi panelekê pirsgirêk û têkoşîna jinan nirxand

Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê panelek li dar xist, tê de doz û pirsgirêkên rastî jinên herêmê tên nîqaş kir. Her wiha teqezî bi girîngiya beşûdarbûna jinan di xebatên siyasî de hat kirin.

Jinên Reqayê bi panelekê pirsgirêk û têkoşîna jinan nirxand
17 gulan, 2022   12:56
REQA

Bi dehan jin ji Reqa, endamên saziyên sivîl, leşkerî û Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiyayê tev li panelê bûn.

Di panelê de endama rêveber a Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Sena El-Xidir axivî û behsa girîngtirîn dosyayên siyasî yên li pêşiya jinan derdikevin kir.

Sena wiha domand: “Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, da ku wê vegerîne cihê wê yê rastîn ku civakê bi rêve bibe. Jinan dest bi şoreşê kir û roleke pêşeng di pêkanîna armanc û hêviyên şoreşê de lîst. Xwe bi rêxistin kir û bi vîna xwe ya azad tev li hemû qadên jiyanê bû.”

Her wiha Sena destnîşan kir ku tevî ku jinan gelek destkeftî bi dest xistin jî, lê hîna jin di çarçoveya mafên xwe yên şexsî de mane û hîna jin tenê banga mafên derketina ji mal, parastina mafên xwe di malbatê de dikin û behsa kar û nûnertiya xwe ya rastî di jiyana siyasî, birêvebirin û diyarkirina pêşeroja xwe de nakin.

TÊKOŞÎNA JINAN Û SERKEFITNA WÊ LI CÎHANÊ DENG VEDA

Sena daxuyand ku têkoşîna jinan li herêmê, cîhan hejand û ew têkoşîn ji jinan re bûye mîras û bersiva herî xurt a li hember hemû astengiyên li pêşiya serkeftina jinan derdikevin.

Sena di axaftina xwe de behsa gelek astengiyên li pêşiya jinan di qada siyasî de derdikevin, kir û got: “Em teqez dikin ku jin hêzeke çalak e û dikare guhertinê pêk bîne. Ji ber wê em hewl didin rola wê aktîf bikin da ku bigihêjin vê guhertinê. Em behsa guhertina demokratîk a guncew dikin.”

JIN JI BERÊ DE Û HETA ÎRO DI QADA ABORÎ DE DESTEKA CIVAKÊ DIKE

Têkildarî astengiyên ku li pêşiya jinan di civakê de derdikevin, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Itîmad Ehmed axivî û got: “Jina firatê, di mal de kole bû û bûbû amûra zarokanînê, çandinê û koleya mêr (bav, bira, hevser û heta kur). Ji mafên xwendin û kar bê par mabû.”

Itîmad wiha domand: “Ji berê û niha jî jin di qada aborî de desteka civakê dike. Hemû dizanin ku jina firatê, di çandiniyê de kar dike. Bi saya wê mêr çandiniyê dike, kargehê li herêmê hatin vekirin. Bi saya wê nifş di dibistanan de fêr dibin.”

AZADIYA JINA FIRATÊ PIŞTÎ RIZGARKIRINÊ DEST PÊ KIR

Itîmad diyar kir ku bi destpêkirina şoreşê li herêmê jina firatê ji xewê şiyar bû, xwe îsbat kir û dest bi avakirina civakê kir.

Piştî bidawîbûna axaftinan, jinan mijarên panelê nirxandin û pirsgirêkên din nîqaş kirin bi taybet zewicandina zarokan û nûnertiya jinan di jiyana siyasî de.

(şx)

ANHA