Têkildarî avahiyên mêtîngeriyê yên li Efrînê panelek Online tê lidarxistin

Bi serpereştiya Akademiya Siyaset û Fikrê Demokratîk tevî Rêxistina Geşkirin û Pêşxistinê, îro têkildarî bandorên siyasî, demografî û qnaûnî yên avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê panelek tê lidarxistin.

Têkildarî avahiyên mêtîngeriyê yên li Efrînê panelek Online tê lidarxistin
17 gulan, 2022   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Akademiya Siyaset û Fikrê Demokratîk bi hevkariya Rêxistina Geşkirin û Pêşxistinê îro bi navnîşana “Bandorên siyasî, demografî û qanûnî yên avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê” di saet 19:00`an de bi rêya xizmeta “Zoom” panelekê li dar dixe.

Hejmareke rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û akademîsyenên li Rojhilata Navîn û cîhanê beşdarî panelê dibin û ji aliyê Caroline Bizzi ve tê birêvebirin.

Di panelê de 4 beşên sereke hene:

*Bandorên siyasî û civakî yên avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê çi ne?

*Armanca komên Îxwan Muslimîn ji fînansekirina avakirina van avahiyan çi ye?

*Avahiyên mêtîngeriyê ji aliyê qanûnî, navneteweyî û mirovî ve çi ne, sûcdar çawa radestî dadgehê tên kirin?

*Rola Ereban çi ye û heta çi astê di sekinandina li hember projeyên dewleta Tirk ên li herêmê piştgiriya xelkê Efrînê dikin?

Kesayetên dê beşdar bibin, ev in:

*Hisên Ebdurehman- rojnamevan û lêkolînerê kar û barên siyasî yê welatên Kendavê-Kiwêt.

*Xerîb Hiso- Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk- Sûriye.

*Dr. Mehmûd Zayid- Mamosteyê drîoka nûjen û hemdem- Zanîngeha Eyn Şems- Misir.

*Ramî Zuhdî- Çalakvanê siyasî, lêkolîner û pisporê kar û barên Afrîkayê- Misir.

*Dr. Fernaz Etiya Ehmed- Lêkolînera kar û barên siyasî û herêmî- Misir.

*Fadî Akûm- Nivîskar û rojnamevan- Lubnan.

*Kadar Pîrê- Mudîrê Saziya Kurdên Sînornenas- Fransa.

*Dr. Kemal Sîdo- Komeleya Parastina Gelên Gefxwer- Almanya.

*Dr. Xeyas Neyîsa- Nivîskar û çalakvanê siyasî- Sûriye.

*Dr. Nîhad El-Qadî- Nivîskar, hiqûqnas û serokê Peymangeha Kurdî ya Lêkolînan li Hollanda.

*Dr. Eymen Reqeb- Mamosteyê Zanistên Siyasî yê Zanîngeha Qudsê- Fîlistîn.

*Dr. Dîna Muhsên- Mudîrê Navenda Erebî ya Lêkolînan- Misir.

(cx)