Rêxistinên Civaka Sivîl a Minbicê konferansa xwe ya 2`yemîn li dar xist

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Minbicê û gundewarê wê îro bi dirûşma “Avakirina rêxistinên civaka sivîl misogeriya şoreşa civakî ye” konferansa xwe ya 2`yemîn li dar xist.

Rêxistinên Civaka Sivîl a Minbicê konferansa xwe ya 2`yemîn li dar xist
17 gulan, 2022   13:00
MINBIC

Endamên saziyên sivîl, leşkerî û endamên partiyan ên Minbicê, nûnerên yekitiyên girêdayî Rêxistinên Civaka Sivîl ên Minbicê û gundewarê wê tev li konferansê bûn ku li Navenda Komîteya Çand û Hunerê li dar ketiye.

Di konferansê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) Xerîb Hiso axivî û got: “Divê em girîngiyeke mezin bidin Rêxistinên Civaka Sivîl ku bingeha projeya demokratîk e.”

Paşê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo axivî û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrûbeya me nû ye û me heta niha li ber xwe da. Heta vê kêliyê em li pêşiya aliyên ku dixwsazin vê projeyê têk bibin, bûne bendeke asê. Em li Minbicê tê gihiştine şoreşa xwe ku şoreşeke civakî ye.”

Piştre hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl a Minbicê Hena Îbo rêziknameya rêxistinan xwend û rewa rêxistinî ya rêxistinan û yekitiyan li Minbicê şîrove kir. Her wiha kar û xebatên û projeyên ku pêk hatine, bi bîr xistin.

Di konferansê de beşaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman, di nav de zêdekirina dewreyên fikirî û rêveberî ji bo pêşxistina endamên rêxistinan, berdewamkirina avakirina yekitiyan, zêdekirina koordîneyê û pêşxistina karê rêxistinî û îdarî, lidarxistina projeyan ku xizmeta civakê dikin û aboriya bajêr bi pêş dixin.

Di dawiya konferansê de, Sedam El-Ehmed û Hena Îbo ji bo hevserokatiya Rêxistinên Civaka Sivîl hatin hilbijartinan.

(şx)

ANHA